Li herêma Cizîrê pêngava "Jîngehparêzê" dest pê kir

Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star bi daxuyaniyekê çalakiyên pêngava belavkirina çanda jîngehparêz û tenduristiyê ragihand û bang li hemû beşên civakê kir ku tev li pêngava avakirina "Sîstemeke ekolojî kir ku nirxên civaka ekolojîk di nava neteweya demokratîk de biparêze bibin."

Li herêma Cizîrê pêngava "Jîngehparêzê" dest pê kir
26 sibat, 2022   15:05
QAMIŞLO

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe eşkere kir.

Daxuyanî li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên komîteyên Kongra Star, Însiyatîfa Biskên Kesek, Komîteya Aborî ya Giştî û koordînasyonên Kongra Star ên kantonên Qamişlo û Hesekê hate xwendin.

Cîgira Hevserokat Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Bêrîvan Omer  bi zimanê erebî û berdevka Komîteya Ekolojiya ya Kongra Star Rîhan Temir bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Bi pêşengtiya jinan, vegera ekolojiya civakî

Bi hezaran sal in Herêma Hîlala Zêrîn bi axa xwe ya bi bereket, avên zêde û avhewa xwe guncaw tê naskirin ku hişt ku mirov lê bi cih bibe, her wiha gelek şaristaniyan ev erdîngarî girt da ku lê bi cih bibe, di encamê de bibû spartgeheke ewle ji gelek zindiyan re."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber dewlemendbûna herêmê bi çiya û çemên xwe, destwerdanên mêtîngeran û pergalên desthildar zêde bûn ku ji ber berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar tînin û hate gotin ku ji ber vê yekê ev erdnîgarî bi aştiyeke hawirdorê ya ku mafên zindiyên xwe bi taybetî jî mirovan diparêze, nebûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber siyasetên plankirî yên pergalên serdest ji hawirdoreke keskahî û paqij bû çol û erdekî bor ku dar û çûkên herî besît lê tune ne.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser aloziya Sûriyê û bandorên wê li tevahî qadan û hate gotin, alozî rê li ber bikaranîna bêserûber a berhemên jîngehî kir û aloziya elolojîk kurtir kir.

Her wiha hate goitn ku ji ber aloziyan gelek aliyên çandî, rihê ekolojîk ji hezarên salan ve ji civaka gundewarî û çandinî ya xwezaya ya bi serkêşiya dayikê  hatin windakirin.

Komîteyê armanca ragihandina pêngava çandina daran û girîngiya wê eşkere kir û diyar kir ku armanca xurtkrina hevgirtin û girêdana di navbera civak û ekolojiyayê de, belavkirina çand  û zanistan ekolojîk a tendurist ji bo pêşwazîkrina Roja Jinan a Cîhanê ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo dawîkirina krîzên ekolojîk, wê tevahî komîte û saziyên di bin sîwana Komîteya Amadekar a Çalakiyên Ekolojiyayê, çalakiyan li dar xistin. Ev çalakî wê hemwext  pêngava forma çalakiyên hevbeş a tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin ku 23'yê Sibatê de bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" hate ragihandin.

Pêngav roja Şemiyê 26'ê Sibatê dest pê kir û tê payîn 6'ê Nîsana bê bi dawî bibe."

Li gorî daxuyaniyê, bernameya pêngavê ji 100 semînerên ekolojîk pêk tê ku dê bi hevkariya komîteyên perwerde yên şaredarî û navçeyên herêma Cizîrê werin dayîn.

Bi hevkariya nivîsgehên jinan ên şaredariyan û komîteyên aborî yên herêma Cizîrê wê derdora 2 hezar dar li malan, deverên giştî, dibistan û bendên kontrolê werin çandin.

Ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan wê bi koordîneya Însiyatîfa Biskên Kesek wê derdora hezar dar li 121 dibistanan werin çandin.

Bi koordîneya komîteyên tenduristiyê wê semînerên tenduristiyê werin dayîn.

Komîteyê bang li hemû beşên civakê kir ku "Bi rihê şoreşa azadî û aştiyê, da ku em erkên xwe temam bikin, li beramberî jîngeha me bi berpirsyartî tevbigerin ku hêjayî paqiî, bedew û tendurist be, tev li pêngava avakirina sîstemeke ekolojî kir ku nirxên civaka ekolojîk di nava neteweya demokratîk de biparêze bibin."

ANHA