Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê 190 şehîdên meha Çile û Sibatê û şehêdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi bîr anîn. Di merasîmê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo têkbirina planên li dijî herêmê û parastina destekftiyên şehîdan hatin kirin.

Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
26 sibat, 2022   15:17
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîmê bîranîna 35 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û 93 şehîdên meha Çile, her wiha 62 şehîdên meha Sibatê yên ji şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Erka Xweparastin û HPG`ê li dar xist. Merasîma bîranînê li hola Serdem a bajar hate lidarxistin. Bi dehan şênî, malbatên şehîdan û nûnerên meclisa kantona Hesekê, her wiha QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê axivî, behsa lehengiya hêzên leşkerî û berdêlên ku şehîdan di Pêngava Gurzê Gelan de da, kir.

Şiyar Hesekê destnîşan kir ku QSD`ê dê her tim şopdarên rêya şehîdan be heta ku serkeftin û azadiyê bidest bixe.

Her wiha endama Kongra Star Wesif Şebût jî sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û soza bilindkirina asta têkoşînê da heta ku armancên şehîdan pêk bînin.

Di dawiyê de sînevizyon hate pêşandan û têde wêneyên şehîdên meha Çile, Sibat û şehîdên Pêngava Gurzê Gelan, hebûn.

(bx)

ANHA