​​​​​​​Sekreterê PDK-S’ê Ebdulkerîm Siko jiyana xwe ji dest da

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê Ebdulkerîm Siko li nexweşxaneyeke Qamişloyê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Sekreterê PDK-S’ê Ebdulkerîm Siko  jiyana xwe ji dest da
26 sibat, 2022   13:37
QAMIŞLO

Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulkerîm Siko li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê dihat dermankirin.

Siko ji gundê Meşûq ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bû û di sala 1955'an de ji dayik bûbû.

Sekreterê PDK-S’ê Dr. Ebdulkerîm Siko bi helwestên xwe yên neteweyî û siyasî dihat naskirin.

Siko her wiha sekreterê giştî yê Yekitiya Hêzên Kurdî – Rojava bû ku li Qamişloyê di Tebaxa 2019'an de hatibû ragihandin, piştre tev li Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bûbû ku di Gulana 2020'an de ji bo pêkanîna yekitiyê hatibû damezirandin û ji 25 partî û tevgerên siyasî yên Rojava pêk tê.

(dx)

ANHA