Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê civînek li dar xist

Bi dirûşma “Bi giyanê yektiiyê em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin” Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxê Tebqayê, civînek li hola Meclisa Qanûnsaz li dar xist û tê de pirgirêkên perwerdeyê nîqaş kirin.

Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê civînek li dar xist
26 sibat, 2022   13:45
TEBQA

Nûnerên saziyên civaka sivîl, mamosteyên Tebqayê û endamên Yekitiya Mamosteyan a Reqayê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê Mihemed El-Faris axivî û spasiya mamosteyan kir ku. Her wiha diyar kir ku dê mafên mamosteyan û daxwazên wan li gorî qanûnan biparêzin û dê dozên wan ên tenduristî, civakî û perwerdeheyê bişopînin.

Piştre mamosteyan pirsgirêkên ku li pêşiya wan derdikevin, bi bîr xistin û di dawiyê de ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan pêşniyarên xwe kirin.

Yekitiya Mamosteyan, pêşniyarên mamosteyan kirin rapor û dê radestî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(şx)

ANHA