Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê’ bi dawî bû

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ`î’  bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de pêwîstiya xurtkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, pêkanîna yekitiyê di navbera Rêveberiya Xweser, Başûrê Kurdistanê û Iraq de û avakirina dadgeheke navneteweyî hat teqezkirin.

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê’ bi dawî bû
26 sibat, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û akademîsyen li Otela Dawa ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ hate kirin.

Komxebat piştî du rûniştin û nîqaşên hem panelîst û hem jî beşdaran bi encamnameyekê dawî bû.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

“Îro li bajarê Silêmaniyê bi navnîşana ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ bi tevlîbûna kesayetên siyasî, akademî, rewşenbîr ên herêma Kurdistan, Rojava û Iraqê hate kirin.

Armanca vê komxebatê ev e ku ji bo alî û hemû kesên li dijî çeteyên DAIŞ’ê taybet li dijî terorê, di derbarê metirsiya DAIŞ’ê ya Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Kurdistan, Iraq û hemû aliyên berpirsyar agahdar bikin.

Daxwaz dikin ku hemû alî û hêzên herêmî û cîhanî di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çareseriyeke lezgîn ji bo girtiyên DAIŞ’ê yên li Girtîgeha Sînana û malbatên wan ên li nava kampan bên peydakirin.

Xalên esas ên di komxebatê de derketin, pêş wiha ne:

- Êrîşa dawî ya li ser Girtîgeha Sînnaa ya Hesekê hate kirin, dide nîşandan ku hê jî DAIŞ di nava liv û tevgerê de ye, ji bo hemû cîhanê metirsî ye.

- Divê tim piştevaniya navneteweyî hebe ji bo girtîgeh li gorî pîvanên girtigehên cîhanî çavdêrî û kontrol bê kirin. Ji bo careke din rewşa li Hesekê rûdayî rû nede.

- Ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê dadgehek li herêmên Rêveberiya Xweser bê avakirin, yan jî navxweyî lê bi piştevaniya navneteweyî.

- Pêwîst e kar ji bo veger û girtina malbatên DAIŞ’ê bê dayîn ku vegerin welatên xwe. Her wiha ji bo çareseriyek hiqûqî divê alîkarî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.

- Li berçavgirtina rewşa aborî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a ji ber peymana Qeyserî bêgirtin. Ji ber vê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ji ber vê yekê sûdê digire, dikevin tevgerê.

- Piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin ku rewşa gelan baş bibe, ji bo ku bernameyek bê amadekirin ku jin û zarok dubare tevlî civakê bibin.

- Deverên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, bûne navend û cihên leşkerî yên DAIŞ’ê. Divê li ser vê yekê hêz û aliyên herêmî zextê li dewleta Tirkiye bike ji bo ji van herêman ji bo DAIŞ’ê bûne navendên aramiyê derkevin.

- Tirkiye sûd ji DAIŞ’ê digire, alozî û tevlîheviyê li Sûriye, herêma û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî derdixe. Ji bo wê bûna xwedî helwestekî xurt a navneteweyî girîng e.

- Divê di derbarê rewşa DAIŞ’ê ya li herêmê li ser tewerê du alî çareseriyek hiqûqî bê peydakirin. Ji bo vê pêwîstî bi nîqaş û gotûbêja aliyê Sûriye heye ku çareseriyek peyda bike.

- Divê zêdetir di warê siyasî, aborî û leşkerî têkilî di navbera Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de hebe, di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê metirsiya wê ya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.

- Divê rewşa Şengal li ber çavan bê girtin, ji bo ewlekariyê piştevanî bê kirin ku welatiyên Şengalê vegerin. Piştî vê kar li ser wê bê kirin ku di warê madî û menewî de alîkarî bê kirin.

- Girîngî dayîna hevkariya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Iraqî de li ser sînorên her du aliyan ji bo tevgera DAIŞ’ê ya li ser herêmê kêm bike ku berjewendiyên herdu aliyan biparêzin.

- Divê zexteke zêdetir bixin ser civaka navneteweyî ji bo vekirina deriyên Til Koçer û Rebîe ji bo çareseriya mijara aborî û rewşên mirovî.”