Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ dest pê kir

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê dest pê kir. Di komxebatê de stratejiya şerê li dijî DAIŞ’ê û metirsiya girtiyên DAIŞ’î werin gotûbêjkirin.

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ dest pê kir
26 sibat, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Otela Dawa ya Silêmaniyê komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ`ê’ dest pê kir. Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê û Eniya Piştevaniya Rojava ve tê organîzekirin.

Rêvebera Polîtboruya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed dê axaftina destpêkê bike. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî dê bi awayê online tev li komxebatê bibe.

Di komxebatê de du panel dê werin dayîn. Wê di panelan de mijarên wek; tevgera çeteyan a li herêmê, bi fermî nasandina Rêveberiya Xweser û bandora wê ya li ser şerê li dijî DAIŞ’ê, stratejiya şerê li dijî terorê û berpirsyartiya hêzên navneteweyî ya li hember DAIŞ’ê, giringiya yekitiya netewî di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, metirsiya terorê li ser Iraqê, çarenûsa girtiyên DAIŞ’îyên Iraqî yên di girtîgehên Rojava de, komkujiya ku DAIŞ’ê li ser êzidiyan pêkanî û metirsiya dubarebûna komkujiyan a li herêmê dê werin nirxandin.

Kesên ku tev li komxebatê bibin : Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî, endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, endamê polîtbûroya YNK’ê Aram Qadir Xelat, siyasetmedarê Kurd Dr. Mihemed Emîn Pênciwênî, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla, siyasetmedarê Iraqî Eshad Îbadî, wekîlê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Bedran Çiya Kurd, nûnerên Meclisa Gel a Mexmûrê, Kakayî, Şebek, Kurdên Feylî û Rêveberiya Xweser a Şengalê.