​​​​​​​Şêniyên Til Temirê bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû mane

Şêniyên navçeya Til Temirê û koçberên li wir diyar kirin ku dewleta Tirk rojane welatiyan û binsaziya navçeyê dike hedef. Hevseroka meclisa navçeyê got, dagirker bi van êrişan hewl didin nasnameya herêmê ji holê rakin.

​​​​​​​Şêniyên Til Temirê bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû mane
26 sibat, 2022   07:02
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê di dawiya 2019'an de dagir kirin û nêzî navçeya Til Temirê bûne, rojane gundên navçeyê bi dijwarî topbaran dikin, welatî û binsaziya navçeyê dikin hedef.

Li ser van êrişan welatiyê bi navê Îsamîl Rehîl ê ji Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan, mizgeft, dêr û binsaziya herêmê dikin hedef û got: "Ji ber êriş û binpêkirinên dagirkeran, qutkirina domdar a kehrebe û avê, em di rewşeke trajedîk de ne û azarên me berdewam dikin."

Rehîl girîngiya hevgirtina li hemberî dagirkeran destnîşan kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rêya yekane ya bersivandina êrişên dagirkeran û çeteyên wê hevgirtina me û girêdana me bi bajarê me ve ye. Hebûna me li vir li Til Temirê nameyek ji dagirkeran re ye ku çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin û em ê bi hemû hêza xwe parastina wê bikin."

Îsamîl Rehîl bang li civata navneteweyî û hêzên garantor kir ku erka xwe bi cih bînin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Mehmûd Nesir ji Serêkaniya ya dagirkirî û koçberî li Til Temirê bûye wiha axivî: "Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê û gundên wê em koçberî Til Temirê bûn da ku xwe biparêzin. Me digot qey vir ewle ye, lê wekî her kes dibîne, dewleta Tirk a dagirker nahêle em bi ewle bijîn, ji ber ku gundên Til Temirê û gundên ku koçber lê hene topbaran dike."

Nesir destnîşan hêzên dagirker gundên ewle dikin hedef û wiha axaftina xwe dewam kir: "Gundên ku têne hedefkirin ewle ne, lê bi hincetên derew dikin hedef. Rojane gundên asûriyan û goristanên wan, mizgeft û dibistanan topbaran dikin da ku herêmê vala bikin û dagirkeriyê rewa bikin."

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Semer Xelîl diyar kir ku ji Tîrmeha 2021'an ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirine, rojana navçeyê topbaran dike, di encamê de ziyanên mezin gihiştin gundên navçeyê û niştecihên wê.

Semer Xelîl destnîşan kir ku dagirkeran di van êrişan de 7 dibistan, her wiha mizgeft, dêr û goristanên asuriyan kirin hedef û wiha got: "Dixwazin nasnameya niştecihên herêmê û şaristaniya wê ji holê rakin. Ji wê zêdetir ziyanên mezin gihiştin milkên sivîlan ku ji ber êrişên rojane neçar man ku koçber bibin."

Semer Xelîl da zanîn ku di navbra Til Temir û Zirganê de derdora 50 gund hene ku ev 7 meh in bê keherbe ne û got: "Em nikarin destekê bidin niştecihên van gundan, ji ber ku dagirker tîmên sererastkirinê dikin hedef. Rewşa şêniyan wan gundan gelekî xirab e. Em teqez dikin ku li gundên nêzî eniyên şer piraniya malan ji ber êrişên rojane hema bêje hilweşiya ne."

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Semer Xelîl diyar kir ku rêya yekane ya bersivandina van êrişan piştgiriya hêzên parastinê ne û girêdana bi xakê ve ye.

ANHA