HPG’ê 4 gerîlayên li Serhedê şehîd bûne, bi bîr anîn

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 gerîlayên ku sala 2017’an li Serhedê şehîd bûne, eşkere kirin û got “Em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me teslîmî me kirine, bilindtir bikin.”

HPG’ê 4 gerîlayên li Serhedê şehîd bûne, bi bîr anîn
26 sibat, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Di 1’ê Îlona 2017’an de artêşa Tirk a dagirker êrişî Dola Kula ya qada Çemçe ya Qersê kiribû. Di vê êrişê de hevalên me Mazlûm, Bawer, Cemîl û Andok şehîd bûne. Me hê nû nasnameya hevalên xwe yên şehîd eşkere kir. Em ê alaya berxwedanê ya ku şehîdên me teslîmî me kirine, bilindtir bikin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ser bikevin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd, wiha ne:

Nasnav: Mazlûm Ararat

Nav û paşnav: Firat Sevînç

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Navê dayik û bav: Kemaliye-Şukru

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an, Serhed

 

Nasnav: Bawer Tendurek

Nav û paşnav: Îdrîs Guzel

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik û bav: Nûran -Seyat

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an, Serhed

 

Nasnav: Cemîl Karayazi

Nav û paşnav: Yûnûs Kamiş

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dayik û bav: Hanim – Ferîdûn

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an, Serhed

Nasnav: Andok Êriş

Nav û paşnav: Goksel Tîryakî

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an, Serhed