Bêrîvan Îsmaîl: Dema derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ hatiye

Bêrîvan Îsmaîl got çavkaniya terorê dewleta Tirk e û destnîşan kir ku êdî dem hatiye navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" were derxistin.

Bêrîvan Îsmaîl: Dema derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ hatiye
26 sibat, 2022   02:36
KOBANÊ

Almanyayê sala 1993`yan PKK wekî partiyeke qedexekirî ragihand, piştre gelek dewletên wekî Îsraîl, Amerîka û Îngilistanê heman siyaset meşand û dûre gelek dewletan PKK xist "lîsteya terorê".

Hevseroka şaxê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl li ser banga gelê herêmê ji derxistina nave PKK’ê ji "lîsteya terorê" ji ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku xistina navê PKK’ê di lîsteyê de şaşiyeke mezin a civata navneteweyî ye û wiha axivî: "Civata navneteweyî qanûn danîne, lê pêk nayne. Îsbata vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî dike armanc, lê civata navneteweyî li hemberî vê yekê bê deng e. Li vir mirov dibîne ku koka terorê li Tirkiyê ye û piştevana wê civata navneteweyî ye."

Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku PKK’ê êrişî tu dewletan nekiriye, lê parastina Kurdan dike û wiha pê de çû: "Tişta PKK`ê ji partiyên din cuda dike, projeya wê ya demokratîk e ku hewl dide li Rojhilata Navîn pêk bîne. Ji dema avakirina xwe ve banga mirovahiyê dike, lewma piraniya dewletên cîhanê dijminatiya wê dikin. Dema van dewletan xetereya hebûna partiyê ya li ser xwe dît, yekser xistin lîsteyê."

Gelê herêmê bi çalakiyên cuda banga derxistina navê PKK`ê ji lîsteyê dike. Li herêma Firatê jî kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" ji destpêka salê ve didome.

Bêrîvan Îsmaîl bang li gelê herêmê kir ku tev li vê kampanyayê bin û got: "Dem hatiye ku navê partiyê ji lîsteya terorê were derxistin, êdî gelê herêmê projeya xwe ya demokratîk nas kiriye ku banga şikandina qeyd û bendan dike.”

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan fikir û felsefeya xwe pêşkêşî gel kiriye û ew jî li hemû cîhanê belav dike.

Her wiha Bêrîvan Îsmaîl ev pirs kir: “Çawa partiyeke li Şengalê şerê çeteyên DAIŞ`ê kir û bi hezaran sivîl rizgar kirin, dibe terorîst?”

(eh)

ANHA