Pêkhateyên Qamişloyê: Bi berxwedana gel em ê êriş û planan têk bibin

Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê pêk tên û got li hemberî van êrişan divê gelê herêmê xwe bispêre yekitiya xwe û şerê gel ê şoreşgerî.

Pêkhateyên Qamişloyê: Bi berxwedana gel em ê êriş û planan têk bibin
26 sibat, 2022   00:41
QAMIŞLO

Sibeha roja pêncşemê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê li erebeyeke rêwiyan da. Di encamê de 3 jê jin, bi giştî 4 kes birîndar bûn.

Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk  bi êrişên xwe yên hewayî û bejahî hewl dide gelên herêmê qir bike. Pêkhateyan got divê civata navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Ji pêkhateya Kurd Mûsa Xelîl êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya rêwiyan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk ji bo hedefgirtina vîna gelên azad rojên taybet hildibijêre û hewl dide bi êrişan plan û komployên xwe pêk bîne.”

Mûsa Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmê de ferqê naxe navbera leşker û sivîlan, dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî tune bike û wiha pê de çû: "Li hemberî êrişên dijmin em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê destpêkê siyaset û dîroka dijmin fêm bikin. Bersiva gelên herêmê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker dê bi yekitî û hevgirtinê be."

Xelîl li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, banga xurtkirina têkoşînê û pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî kir.

Jina bi navê Fatima Casim a ji pêkhateya Ereb jî diyar kir ku piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê têk çûn, dewleta Tirk êrişên xwe bi balafirên bêmirov zêde kirine da ku binkeftina êrişa DAIŞ'ê binixumîne.

Fatima Casim got: "Çawa me li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da, em ê li hemberî planên dewleta Tirk a faşîst bisekinin. Bi vê berxwedanê em ê tevahî êrişan têk bibin."

Fatima Casim destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê, tevahî herêm û gundên sînorî yên tijî sivîl dike hedef.

Welatiyê bi navê Silêman Osman ê ji bajarokê Girbawî yê Qamişloyê jî got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryê û hedefgirtina sivîlan bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê pêk tên.

Osman got divê gelên herêmê xwe bispêrin hevgirtin û berxwedana gel û diyar kir ku divê civata navneteweyî hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "AKP'ê kiryarên dermirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, lê em çokê danaynin, em ê li hemberî hemû êriş û planan bisekinin."

ANHA