​​​​​​​Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan dê li Qamişloyê li dar bikeve

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 7’emîn dike. Mîhrîcan dê 1-2`yê Adarê li dar bikeve.

​​​​​​​Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan dê li Qamişloyê li dar bikeve
25 sibat, 2022   07:20
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê mîhrîcaneke taybet a destkarî û berhemên şêwekariyê yên jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan cara ewil sala 2016`an li Qamişloyê li dar ketibû. Desteya Çand û Hunerê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" 1-2`yê Adarê cara 7’emîn dê mîhrîcanê li Navenda Mihemed Şêxo li dar bixe.

ŞERTÊN TEVLÊBÛNÊ

/ar/uploads/files/2022/02/25/070340_bwtan-hwshy.webp

Têkildarî mijarê endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Botan Hoşê got ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê, di warê kar û xebata amadekariyê de çend rojan dereng man, lê ber bi bidawîbûnê ve diçe.

Li gorî komîteyê şertên tevlêbûnê wiha ne:

- Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be.

- Divê berhem bi zimanê kurdî, erebî û suryanî bin.

- Beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotarên wêjeyî ne.

- Beşdar dikarin tenê bi berhemekê beşdar bibin.

- Divê berhem li ser wordê werin amadekirin.

- Divê berhem li tu deran nehatibin weşandin û li zimanekî din nehatibin wergerandin.

- Divê berhemên bi kurdî bi puntoya 12 û yên erebî û suryanî bi puntaya 14 werin amadekirin.

- Divê gotar û çîrok di navbera 1500-2000 peyvan de bin.

- Divê helbest ji 2 rûpelan ne zêdetir bin.

RÊJEYA JINÊN EREB ZÊDE YE

Botan Hoşê destnîşan kir ku îsal rêjeya tevlêbûna ji yên berê bêhtir e û got: "Jinên bajarên Minbic, Reqa û Tebqayê xwestin bi destkariyên xwe tev lê bibin, ev jî vîn û israra wan jinan a beşdariya şoreşa çandî ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya dike.”

Botan Hoşê diyar kir ku jinên di pêşbirkê de bi ser bikevin, dê di roja dawîn de werin xelatkirin.

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Li gorî komîteya amadekar bernameya mîhrîcanê dê 1`ê Adarê saet 12:00`an li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê bike.

Roja yekemîn ya mîhrîcanê dê govendên pêkhateya Suryan, berhemeke wêjeyî ya bi suryanî, kurteçîrokeke bi kurdî, şanoyeke bi erebî, stranên bi zimanê kurdî û belgefîlmek werin pêşkêşkirin.

Di roja duyemîn de, bi zimanê kurdî dê kurteçîrokek werin xwendin, paşê bi zimanê kurdî û erebî berhemên wêjeyî werin pêşkêşkirin, stran, şano bi zimanê kurdî werin pêşkêşkirin û herî dawî jî dê govendên Kurdan werin pêşkêşkirin.

/ar/uploads/files/2022/02/25/070923_11.webp

(eh)

ANHA