Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Birayê rêber Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo ku biçin giravê û hevdîtinê bikin, serî li dozgeriya dewleta Tirk da.

Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
25 sibat, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan tevî vasîsê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş, ji bo ku roja duşemê biçin girava Îmraliyê û hevdîtinê bi girtiyan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha malbatan serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.