Zanîngeha Hesekê wergirtina avahî û belgeyan ji Rêveberiya Xweser, red dike

Ji ber ku hikumeta Şamê ji berpirsyariyên xwe direve, xebata perwerdeyê asteng dibe û bû sedem ku şaxên Zanîngeha Firatê ya li Hesekê werin girtin, her wiha rêveberiya zanîngehê red dike ku avahî û belgeyan ji Rêveberiya Xweser hilde. Tevî wê jî, Rêveberiya Xweser amade ye ku hemû pêdiviyên guncaw dabîn bike da ku perwerde berdewam bike.

Zanîngeha Hesekê wergirtina avahî û belgeyan ji Rêveberiya Xweser, red dike
25 sibat, 2022   08:34
HESEKÊ

Hikumeta Şamê piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê dewama li fakulteyên Zanîngeha Firatê ya li Hesekê taloq kir. Her wiha hikumeta Şamê îdia kir ku QSD û Rêveberiya Xweser xebata perwerdeyê li fakulteyan asteng dike û wan wek nuqteyên leşkerî û ewlehî bi kar tîne.

Wezareta Perwerdeyê ya Bilind a hikumeta Şamê ji 9’ê Sibatê ve ragihand ku xebata ezmûnan li tevahî fakulte û peymanên Zanîngeha Firatê taloq dike.

Di 20’ê Çileya borî de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir ku tê de girtiyên çeteyên DAIŞ’ê hene. Di encamê de çete li avahî û taxên derdora girtîgehê belav bûn. Lê ew êriş bi kontrolkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li ser girtîgehê û bêbandorkirina şaneyên êrişkar bi encam bû.

Ji bo zelalkirinê, Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di 15’ê vê Sibatê de bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî ragihand û bi rêya rêveberiya kantonê û komîteyên perwerdeyê xîtabî rêveberiya Zanîngeha Firatê kir, da ku arşîv, pêdivî û alavên têkildarî fakulteyan radest bibe, her wiha avahiya Fakulteya Çandiniyê û dibistaneke din radestî rêveberiya zanîngehê bike ku xwendekar xwendina xwe temam bikin û ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rêveberiya zanîngehê ezmûn taloq kir, arşîv, alav û kilîtên fakulteyê radest nebirin. Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev yek gaveke hikumeta Şamê ye ku ji berpirsyariyên xwe direve, da ku fakulteyan bi armancên derew û reşkirina rastiyan veguhêze herêmên din.

Li gorî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo ku bersiva îdiayên serweriya QSD’ê li ser avahiyên fakulteyan ên li Hesekê û bikaranîna wan wek nuqteyên leşkerî da, li herêma derdora girtîgeha Sînaa ya hatiye hedefgirtin, piştî hêzên leşkerî erkên xwe yên operasyonan li taxên derdora girtîgehê bi dawî kirin û vegerîn baregehên xwe yên leşkerî yên dûrî herêmê, hin Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene.

Selmo ev bihane û îdia derewandin û got hebûna hêzên ewlehiyê li derdora wan avahiyan tenê rola xwe ya nobetdarî û parastina ewlehiya fakulteyan dikin. Lê ev îdia şerekî taybet e ku hikumeta Şamê li dijî Rêveberiya Xweser û saziyên wê bi kar tîne.

Selmo li ser îdiayên hikumeta Şamê yên dawî ev tişt got: "Parastina van fakulteyan di dirêjahiya salên borî de ji erkên hêzên me yên ewlehiyê bû. Nuqteyên me yên ewlehiyê li gel deriyên fakulteyan hebûn ku parastina wan bikin, xebata perwerdeyê hêsan bike û ewlehî li tevahî fakulte û bajêr peyda bibe. Beriya vê tu carî êriş li ser fakulteyan çênebû yan jî xebata perwerdeyê ranewestî."

Têkildarî bûyerên li girtîgeha Sînaa de û avahiyên fakulteyan ên zirar dîtiye, Selmo ev tişt xuya kir: "Piştî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa, şaneyên DAIŞ’ê li avahiyên derdora girtîgehê bi cih bûn, mîna avahiyên fakulteyên aborî, endazyariya sivîl, peymangeha teknolojiyê, geraca şaredariyê ya başûr, firin û hwd. Ji ber wê gelek kes şehîd bûn. Wê yekê jî hişt ku em bi tundî destwerdanê bikin ku bicihbûna wan bi dawî bikin."

Selmo diyar kir ku ji ber şaneyên DAIŞ’ê xwe di girtîgeha Sînaa û avahiyên derdora wê de bi xurtî bi cih kiribû, da ku aloziyê pêk bînin û hêzên leşkerî tevlihev bikin, çeteyên DAIŞ’ê hin avahî şewitandin. Bi wê re rêjeyeke mezin ji avahiyan zirar dît. Li gel wê jî alavên ên veguhastina sotemeniyê jî şewitandin.

Têkildarî pêşdeçûnên li ser vê yekê û piştî Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke da, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis ji ajanse me re axivî û wiha got: "Hikumeta Şamê bi rêya saziyên xwe heta niha bersiva tu însiyatîfên Rêveberiya Xweser nedaye."

Yûnis wiha domand: "Beriya şaneyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê bikin, fakulteyên Zanîngeha Firatê li herêmên Rêveberiya Xweser bûn. Ev fakulte ji hêla Rêveberiya Xweser ve dihatin xizmetkirin ku atmosfêreke guncaw ji bo berdewama xebata perwerdeyê peyda bikin."

Her wiha Yûnis wiha lê zêde kir: "Piştî hêzên me yên leşkerî bersiva êrişa şaneyên DAIŞ’ê da, hin avahî, sazî û malên sivîlan zirar dîtin. Lê Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên xwe yên xizmetguzarî vegera şêniyan li taxên Zihûr û Xiwêran hêsan kir. Li kêlek wê jî hêzên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê parastina sazî, fakulte û avahiyên mayî kir, her wiha belgek û alavên wê yên mayî parastin û xistin cih û depoyên wan."

Yûnis da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo ku xebata perwerdeyê ranewestê xebatên altarnatîf pêşkêş dike da ku binesazî û hewayeke guncaw ji bo vegera li van saziyên perwerde peyda bike.

Yûnis destnîşan kir ku piştî rêveberiya zaningehê û hikumeta Şamê biryar da ku ezmûnan rawestîne rêveberiya kantonê, sazî û komîteyên perwerdeyê yên herêmê xîtabî rêveberiya zanîngehê kir ku hevkar bin ku navendên din li şûna avahiyên zirar dîtine peyda bikin, her wiha mîna dayîna avahiyên dibistanê, fakulteya çandiniyê û radestkirina arşîf û alavên wan fakulteyan ji rêveberiya zanîngehê re.

Yûnis xuya kir ku ji bo berdewama xebata perwerdeyê, vegera xwendekaran ku xwendina xwe temam bikin û ezmûnên xwe pêşkêş bikin û da ku ev yek jî nebe bihane wan fakulteyan veguhêzin herêmên din, van xebatan dikin.

Li ser îdia û hincetên hikumeta Şamê Telet Yûnis got ew hewlên siyasî ne ku xebata Rêveberiya Xweser û berxwedana leheng a şêniyên Hesekê û hêzên wê yên ewlehî û leşkerî reş û berovajî bikin, her wiha teliheviyekê derxin û ji erka xwe li hember xwendekaran birevin. Yûnis wiha pê de çû: "Ji dêvla xebateke cidî ya hêsankirina xebata perwerdeyê, hikumeta Şamê timî bi rêya ragihandina xwe Rêveberiya Xweser û hêzên herêmê tawanbar dike."

Yûnis peyamek ji şêniyên herêmê re rêkir, nemaze xwendkar û wiha tê de got: "Saziyên Rêveberiya Xweser însiyatîfên ji bo çareserkirinê pêşkêş kirin, hemû belge, arşîf û alav radest kirin, rewşên ewle peyda kirin, avahî ji bo jinûve vegerandina xebata perwerdeyê peyda kirin, lê zanîngeha Firatê red dike û hîna neketiye tevgerê."

Telet Yûnis li ser însiyatîf û serhişkiya rêveberiya zanîngehê ku paşxaneya wê hikumeta Şamê ye, ev tişt anî ziman: "Însiyatîfa me berdewam e û em ji bo vegera xebata perwerdeyê amade ne her tişt peyda bikin. Lê serhişkiya rêveberiya zanîngehê ku paşxaneya wê hikumeta Şamê ye, van însiyatîfan bê bersiv dihêle. Em Rêveberiya Xweser amade ne ji bo xwendekar û şêniyên xwe her pêdiviyan peyda bikin ku xebata perwerdeyê li bajarên me berdewam be û fakulteyan bi hincetên derew veneguhêzin herêmên dîtir ku xwendekar nikarin xwe bigihîninê."

Şopînerên rewşa Hesekê da zanîn ku ew yek hewldana hikumeta Şamê ya ji bo nepixandina raya giştî, derxistina fitne û derbekirina îstîqrarê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ew kiryar dikevin xana şerê taybet ku aliyên herêmî û navneteweyî pêk tînin ku projeya demokratîk a li herêmê têk bibin ku êdî nûnertiya gelê Sûriyê ya çareserkirina krîza Sûriyê dike.

(fr)

ANHA