​​​​​​​Hêzên Rûsyayê nêzî Kîevê bûne

Pêşveçûna artêşa Rûsyayê li Ukraynayê berdewam dike. Hêzên Rûsyayê vê sibehê gihaştin nêzî paytext Kîevê.

​​​​​​​Hêzên Rûsyayê nêzî Kîevê bûne
25 sibat, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çavkaniyên leşkerî yên welatên rojavayî diyar dikin artêşa Rûsyayê nêzî paytexta Ukraynayê Kîevê bûye û armanca wê ev e ku hikumeteke alîgirê Moskovê ava bike.

Cîgirê wezîrê karên hundir Anton Geraçenko got: “Bi fuzeyên balîstîk êrişî Kîevê tê kirin."

AP’ê yê jî ragihand ku şefê Pentagonê Lloyd Austin diyar kiriye ku yekîneyên artêşa Rûsyayê 32 kîlometreyan dûrî Kîevê ne.