Li Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ tê lidarxistin

Wê roja 26’ê Sibatê li Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ were li darxistin. Wê di komxebatê de li ser stratejiya şerê dijî DAIŞ’ê û metirsiya girtiyên DAIŞ’î ya li ser Iraq û Bakur rojhilatê Suriyeyê were axaftin.

Li Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ tê lidarxistin
24 sibat, 2022   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wê roja 26’ê Sibata 2022’an li Otel Dawa ya Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ were li darxistin. Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û Eniya Piştevaniya Rojava ve tê organîzekirin.

Li gorî bernameya komxebatê, wê komxebat di saet 09:30’an de dest pê bike.

Her wiha wê di komxebatê de du panel werin dayîn. Wê di panelan de mijarên wek; tevgera çeteyan a li herêmê, bi fermî nasandina Rêveberiya Xweser û bandora wê ya li ser şerê dijî DAIŞ’ê, stratejiya şerê dijî terorê û berpirsyartiya hêzên navnetewey ya li dijî DAIŞ’ê, giringiya yekitiya neteweyî di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, metirsiya terorê li ser Iraqê, çarenûsa girtiyên DAIŞ’îyên Iraqî yên di girtîgehên Rojava de, komkujiya ku DAIŞ’ê li ser Êzidiyan pêkanî û metirsiya dubarebûna komkujiyan a li herêmê wê werin destgirtin û nirxandin.