Ciwanên herêma Firatê: Divê bi her awayî em piştgiriya gerîla bikin           

Ciwanên herêma Firatê gotin artêşa Tirk a dagirker bi her awayî hewl dide Kurdan tune bike, lê gerîla bi îradeya xwe li ber xwe dide. Ciwanan banga piştgiriya gerîla kir.

Ciwanên herêma Firatê: Divê bi her awayî em piştgiriya gerîla bikin           
25 sibat, 2022   04:17
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina Kurdan hemû rêbazan bi kar tîne û li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî şerê gerîlayan dike, dîsa jî têk diçe.

'EM PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GERÎLA DIKIN '    

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temê got, dewleta Tirk a dagirker bi her awayî hewl dide Kurdan tune bike, lê berxwedana gerîla artêşa Tirk têk bir û gotin: "Heta nefesa dawî em rê nadin dijmin ku Kurdan tune bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî wan bi kar anî."

Firyal Temê wiha lê zêde kir: "Em wekî Yekitiya Jinên Ciwan di vî şerê hebûnê de piştgiriya berxwedana gerîla dikin û êrişên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê şermezar dikin."

Firyal Temê anî ziman ku tişta ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li wê çiyayên Kurdistanê zêdetirî carekê têk çû û got: "Erka me ya îro ku em bi her awayî li kêleka gerîla bisekinin, çi bi daketina qadan be çi jî rêya rakirina çekan be."

''EM Jİ XAYÎNAN RE DİBÊJİN Lİ XWE VEKİRİN, ÇARENÛSA XAYÎNAN TARÎ BE''    

Ji destpêka Nîsana borî ve, artêşa dewleta dagirker di nava bêdengiya navneteweyî  de zêdetirî 300 caran bi çekên kîmyewî gerîlayan li çiyayên Kurdistanê kirin hedef.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd got, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide ku li çiyayên Kurdistanê bi ser bikeve, lê li hemberî berxwedana gerîla bê çare ma, ji ber vê yekê çekên kîmyewî ku li qada navneteweyî qedexe ye bikar anî.

Mehemed Mehmûd diyar kir ku kesê ku li ser fikir û felsefeya rêber Acalan mezin bibe, nakevin bi bandora îxanetan, bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê ku di van demên dawî de îspat kiriye ku yek ji aliyên ku destekê dide dewleta Tirk li herêmê ye.

Mehmûd di axaftina xwe de ji PDK'ê re got: "Li xwe vegerin, çarenûsa xayînan tarî ye. Di heman demê de em bi gerîla bawar in, ji ber ku ew xwediyê doz û axa azadîxwaz in û artêşa Tirk a dagirker wê têk biçe."

'GERÎLA Jİ BO AZADİYA KURD Û KURDİSTANÊ AMADE YE BERDÊLAN BİDE'        

       

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Silava Ehmed diyar kir ku artêşa dewleta dagirker bi êrişên xwe yên hovane yên li ser çiyayên Kurdistanê hewl dide dîrok û çanda Kurdan tune bike û got gerîla rastiya hemû serhildanên Kurdan ên di dîrokê de temsîl dike, îro jî bi berxwedana xwe ya li hemberî hovîtiya dewleta Tir dixwaze dîroka Kurdan ji nû ve binivîsîne.

Silava Ehmed wiha dom kir: "Bûyerên ku îro li çiyayên Kurdistanê diqewimin hişt ku artêşa dewleta Tirik ji çiyayên Kurdistanê birevin, ji ber ku ew dizane ku gerîla canê xwe feda kirine."

(dx)

ANHA