Hemdan El-Ebid: Hikumeta Şamê ne xwedî biryar e

Hemdan El-Ebid got, hikumeta Şamê nikare biryaran bigre û ji bo razîkirina Rûsyayê bi lez komarên Lugansk û Donetesk nas kir. Her wiha durûtiya Şamê ku Rêveberiya Xweser bi "Cûdaxwaz" tawanbar dike rexne kir.

Hemdan El-Ebid: Hikumeta Şamê ne xwedî biryar e
25 sibat, 2022   01:34
REQA – EHMED EL-ELÎ

Tevî ku Rêveberya Xweser banga yekitiya xak û gelê Sûriyê dike û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê banga diyalogan û avakirina destûrekê ku bi erêkirina hemû aliyan be, dike, li her tim hikumeta Şamê wê bi "Cûdabûnê" tawanbar dike.

Piştî ku Rûsya komarên Lugansk û Doneteskê nas kir, hikumeta Şamê heman helwest nîşan da.

Derbarê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha axivî: "Hikumeta Sûriyê naxwaze ku aloziya Sûriyê  bi awayekî siyasî çareser bibe. Ev yek ji destpêka aloziya Sûriyê ve diyar bû ku hêzên herêmê ji bo têkbirina xwepêşandanan û şerê li hemberî gelê Sûriyê anîn. Paşê ew weke terorîst û cûdaxwazan pênse kir."

Hemdan El-Ebid wiha domand: " Hinceta hikûmeta Sûriyê ya vexwendina van hêzan ku weke hikumeta rewa ye. Lê piştî vê yekê eşkere bû ku hikumeta Şamê ne xwedî biryar û serdestî ye. Hemû çavkaniyên aborî yên wan hêzan ji hikumeta Sûriyê hate standin, lê di rastiyê de ew ji bo firotina Sûriyê bû."

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku hikumeta Şamê nikare biryareke serbixwe û xwedî nîşaneyeke niştîmanî bigre û wiha pêde çû: "Ev yek bi awayekî eşkere di civînên qaşo bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê de di aliyê navneteweyî de weke komîteya destûrî û Astanayê, diyar bû. Xwediyên biryarên Sûriyê an ku Tirkiyê, Îran û Rûsyayê li hev kom dibûn."

El-Ebid di axaftina xwe de behsa dijminatiya hikumeta Şamê ji Rêveberiya Xweser re kir û diyar kir ku tevî ku QSD`ê şerê komên terorîst ên DAIŞ`ê û komên ku destekê ji dewleta Tirk digrin, kir lê hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser weke ''cûdaxwaz'' pênase dike.

Hemdan El-Ebid got ew ji helwesta hikumeta Şamê ku komarên Lugansk û Dontesk nas kir matmayî ye ku di heman demê de Rêveberiya Xweser a ku banga  diyaloga sûrî – sûrî dike  ku şer bidawî bike û parastina yekitiya xaka Sûriyê dike, bi "cudaxwaz" bi nav dike.

Hemdan El-Ebid bi domdarî got: "Hikumeta Sûriyê ne xwedî biryar e, çawa Rûsya serxwebûna her du komaran nas kir, rejîma Şamê jî ji bo razîkirina Rûsyayê her du komar nas kir, ruxmî ku aliyên navneteweyî her du komar nas nekirine. Tenê Rûsyayê destek da vê yekê û her tim li şûna çareseriya siyasî li çareseriya leşkerî digere."

El-Ebid bal kişand ser durûtiya hikumeta Şamê û ev tişt anî ziman: "Hikumeta Sûriyê itîraf bi her du dewletên cûdaxwaz kir, lê ew diyalogan bi Rêveberiya Xweser re nake û wê bi cûdabûnê binav dike. Lê rêveberiyê banga diyalogê di nava xaka Sûriyê de û di nava sînorê Sûriyeke yekbûyî ne parçekirî de û li gorî destûra sûrî ku ji aliyê her kesî ve were erêkirin, dike."

Li gorî Hemdan El-Ebid ku hikumeta Sûriyê li şûna çareseriya siyasî li çareseriya leşkerî digere weke ku çawa Rûsya bi Ukraynayê re pêk anî ku dixwaze serweriya xwe bi darê zorê ferz bike.

Hemdan El-Ebid daxuyaniyên wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Muqdad ên derbarê "Cûdabûn" û "Guhertina demografî" de rexne kir û wiha anî ziman: "Em gelê Sûriyê ne û cûdabûnê naxwazin. Van daxuyaniyan didin ji ber ew ji diyaloga sûrî – sûrî direvin. Lê derbarê guhertina demografî de, em şêniyan koçber nakin. Lê belê gelek koçber ji herêmên hikumeta Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser hene."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid Hemdan El-Ebid îşaret bi "lihevkirinên" ku hikumeta Şamê pêk tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew ji bo gelê Sûriyê bê hêviyek e."

(bx)

ANHA