Xwendekarên Efrînê piştgirî dan xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê

Xwendekarên Paymengehên Ş.Viyan Amara bi daxuyaniyekê piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê kirin .

Xwendekarên Efrînê piştgirî dan xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê
24 sibat, 2022   16:42
ŞEHBA

22'yê Sibatê li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê Antalyayê  komeke nijadperest (30 kes) êriş bir ser 3 xwendekarên Kurd û wan birîndar kir.

Li Peymangeha Ş. Viyan Amara ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi daxuyaniyek piştgirî da xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Xandî Elo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye :

“Nijadperestiya dewleta Tirk a faşîst û mêtînger ji xwînmijiya kurdan têr nebûye. Ev yek jî di dîroka 22'ySibatê de diyar dike  ku dewleta Tirk ku kiryarên kuştin, tunekirin û helandinê bi hemû şert û mercên xwe didome. Di serî de ev êriş di kesayeta çand, ziman, kultur, wêje û hebûna kurdiyetê de pêk tên. Ji xwe armanca yekemîn piçûkxistina hebûnê ye. Ev ne cara yekem e û ne jî ya dawî ye ku kiryarên wisa li dijî xwendekarên  Kurd pêk tên. Em dibînin ku dema mijar dibe Kurd her kesên dijberî hev dostaniyê dewet dikin. Her kesên ku xwîna hev vedixwin dibin rêheval û dost. Ev rastiya heyî bi dehan caran xwe dubare kiriye ku yekser xwendekar, ciwan, zarok û dayikên Kurd dibin armanca van lihevkirinên qirêj .Vê carê jî li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê ji hêla 30 kesî ve êrişên li dijî sê xwendevanên Kurd pêk hatin. Ev êriş yekser li pêş çav û çavdêriyên polîs, leşker, destgeh, dadgeh, sazî û hemû perlemantoya turkiye pêk hat û xwendekarên Kurd  bi taybetî yekser dibin armanca guleyên polîsên, mafiya û nîjadperestên girêdayî AKP/MHP. Em jî xwendekarên Paymengehên Ş.Viyan Amara piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê dikin.  Ji bo wê jî em hikûmeta AKP û MHP'ê şermezar dikin û nijadperestiya wan a qirêj red dikin.

Bi navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk banga me li UNICEF û saziya mafên mirovan ne.

Em derbasiyê ji xwendekarên xwe re dixwezin.”

ANHA