'Komplo bi awayên din berdewam e'

Welatiyê bi navê Fehmî Hemdî diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî gelên Rojhilata Navîn, bi taybet li dijî kurdan berdewam e.

'Komplo bi awayên din berdewam e'
25 sibat, 2022   00:37
HELEB- ARÎF SILÊMAN

Fehmî Hemdî ji gundê Gundikê Hesê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Fehmî Hemdî ji destpêkê avabûnê ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û du caran bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya. Cara yekemîn sala 1990'î li Akademiya Şehîd Hahsûm Korkmaz a li Lubnanê bû û ya duyemîn di sala 1992'yan de li taxa Suryan a bajarê Hesekê bû.

Têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Hemdî diyar kir ku rêbertî dikarîbû fikirê xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bike û wiha domand: "Îro gelên cîhanê xwedî li vî fikirî derketine. Dewletên hegemonîk, di serî de dewleta Tirk a dagirker piştî dîtin ku ev fikir li ser siyasetên wan xeter e, rêbertî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê hedef girtin û xwestin têkiliyên di navbera tevgerê û gelê de qut bikin."

Hemdî anî ziman ku dewletên hegemonîk di sala 1996'an de hewl dan rêber Ocalan li Sûriyê bikujin, lê bi ser neketin û got: "Piştre dewleta Tirk gefa êrişê li Sûriyê xwar, rêber Ocalan ji Sûriyê derket. Derketina rêbertî ya ji Sûriyê ji bo parastina gel ji êrişan bû. Ev tê wateya ku Rêber APO û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ne ji bo şer, lê ji bo aştiyê têkoşînê dikin."

Fehmî Hemdî  li ser komployê ev tişt anî ziman: "Bi komployeke qirêj rêbertî revandin û radestî îstîxbarata Tirkiyê hate kirin da ku careke din komkujiyan li dijî gelê Kurd dûbare bikin. Ev komplo ji 24 salan ve hate roja me ya îro berdewam e, lê armanên wan bi cih nehatin. Gelê Kurd bi fikir û felsfeya rêbertî hebûna xwe îsbat kir."

Fehmî Hemdî dewletên komploger destek dan çeteyên DAIŞ û komên îslama tundraw da êrişî Kobanê, Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê bikin. Armanca wan hedefgirtina şoreşa Rojava û projeya neteweya demokratîk e ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye.

ANHA