Platforma Qurbaniyên DAIŞ`ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji girtiyên DAIŞ`ê re kir

Platforma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî kir ku destekê bidin qurbaniyên DAIŞ`ê û wan tev li çi çareseriya siyasî li Sûriyê bike.

Platforma Qurbaniyên DAIŞ`ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji girtiyên DAIŞ`ê re kir
24 sibat, 2022   16:18
REQA

"Qurbaniyên şerê çekdarî û malbatên wan di naveroka her başkirina civakê de ne. Rola wan di dadweriyeke veguhêz a watedar de ye di pêngava piştî şer de sereke ye. Qurbanî û rizgarbûyên şerê Sûriyê bi giştî û nexasim şerê DAIŞ`ê hatine paşguhkirin. Dengê wan nehatin bihîstin. Di encama wê de ji bilî qurbaniyan tu çareseriyên siyasî û dadwerî ji aliyê çalak ve nehatiye kirin.

Ji ber vê yekê em endamên platforma ku ji qurbanî, malbatên wan û çalakvanên civaka sivîl pêk tê bang li civata navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî, her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku gavên ber çav pêk bîne û bi awayekî cidî tevbigerin da ku edaletê ji qurbanî û malbatên wan ji endamên DAIŞ`ê pêk bîne û her wiha rastiyê eşkere bike, destekê bide rêbazê sererastkirinê û piştgiriya pêwîst ji wan re pêşkêş bike, dîsa wan beşdarî çi çareseriya siyasî û qanûnî ya girêdayî vê dozê bike. Em bang li navneteweyî yên pêwendîdar û Rêveberiya Xweser dikin:

1-Em bang li civata navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî, her wiha Rêveberiya Xweser dikin ku bi lez dadgeheke ji bo darizandina endamên çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ava bike. Da ku dadweriyê pêk bîne û rastiyê eşkere bike.

Bûyerên dawî ku  li girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê rû dan, xeteriya ku ew çete li ser herêmê û tevahî cîhanê çêdikin, eşkere dike. Her wiha gefan li aştî û ewlehiyê dixwe. Ji ber wê jî pêkanîna tedbîrên  pêwîst di edaletê de û avakirina dadgeheke xwestekeke sereke ye û nîqaş li ser wê nayê kirin. Her wiha divê qurbanî bi awayekî rasterast tev li vê yekê bibin.

Paşguhkirina vê doza bigirêk re û paşguhkirina berpirsiyariyê di serî de lidarxistina darizandikeke dadwerî, bû sedem ku gefên rêxistina DAIŞ`ê zêde bibin û xwe jinûve bi rêxistin bikin. Ev yek gefeke mezin li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêdike. Zêdebûna êrişên şaneyên rêxistinê mînaka vê yekê ye. Em qurbaniyên DAIŞ`ê naxwazin ku rewş xirabtir bibe û serweriya li ser wan kesan ji bin kontrolê derkeve da ku zêdetir êrişan pêk neynin. Ji ber vê yekê jî divê civaka navneteweyî têkeve tevgerê da ku çareseriyekê ji vê dozê re bibîne.

Civaka navneteweyî û hin welat erkên xwe pêk naynin. Ev jî asta polîtîzekirina vê dozê eşkere dike. Ji ber vê jî divê di vê dozê de dûrî siyasetê bikin û girîngiyê bidin aliyê qanûnî û hiqûqî, her wiha dûrî berjewendiyên hin dewletan bikevin. Divê edalet cihê xwe bigre.

Em bang li hemû aliyên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin qurbanî û malbatên wan. Çi di aliyê pêkanîna edaletê, beşdarbûna qurbaniya di çi çareseriyên veguhestinê de yan jî bi rêya destekdayîna ji qurbanî û civakên ku zerar dîtine. Ew jî bi rêya projeyên jinûve aramiyê da ku qurbanî karibin bi awayekî zêdetir tev li xebatên pêkanîna edaletê bibin. Her wiha destekê bidin xebat û rêxistinên ku ji bo komkirina nîşaneyan û eşkerekirina rastiya girêdayî windahiyan, dixebite."

 (bx)

ANHA