Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê

Li Dêrikê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, şahiyek hate lidarxistin.

Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
Li Dêrikê pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê
24 sibat, 2022   16:09
QAMIŞLO

Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Saziya Zimanê Kurdî ya Dêrikê şahiyek li Stada Kornîş a girtî li dar xist.

Mamoste, xwendekar û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên SZK'ê ya bajarê Qamişlo Viyan Cûdî axivî û got: "Gelê Kurd ji bo parastina ziman û nasnameya xwe berdêlên giran dan. Zimanê kurdî bi sedên salan ji aliyê dewletên faşîst ên dagirkerên Kurdistanê hatibû qedexekirin."

Viyan Cûdî anî ziman ku ziman nasnameya gelan e û nabe were înkarkirin û wiha pê de çû: "Tu kes nikare zimanê me qedexe bike ku hebûn û nasnameya me ye. Şoreşa Rojava çirûskek bû ku zimanê kurdî vejand."

Piştî axaftina Viyan Cûdî, helbest bi zimanê kurdî hatin xwendin. Koma Bargîn a girêdayî herêma Koçerat stranên flokolrî gotin. Li ber stranan govend hatin gerandin.

Her wiha pêşbireke çandî hate lidarxistin û diyarî hatin belavkirin.

ANHA