Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin

Saziya Aboriya Civakî ya taxa Şêxmeqûsdê firineke bi navê "Qada Şehîdan" vekir.

Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin
Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin
Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin
Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin
Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin
Li taxa Şêxmeqsûdê firinek hate vekirin
24 sibat, 2022   15:52
HELEB

Saziya Aboriya Civakî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, firineke bi avê "Qada Şehîdan" li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê bi merasîmekê vekir.

Bi dehan şênî, di nav de endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclisên taxê beşdarî merasîmê bûn.

Firine wê rojane 7 tûrên nan derxîne û ji saet 06:00 heta 17:00'an bixebite.

Li 7 firinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nan  bi rêya wekîlên li taxan tê belavkirin. Nirxê her tûreke nan 200 lîreyên Sûriyê ye.

Di merasîmê vekirina firinê de, hevseroka Saziya Aboriya Civakî ya Taxa Şêxmeqsûdê Narîn Îbrahîm axivîn û got: "Li ger mercên zehmet û ambargoya li ser taxê vekirina vê firinê destkeftiyek e. Em vê destkeftiyê diyarî hemû şehîdan û malbatên wan dikin."

 Firinê ji aliyê bavê şehîd Rizgar Zahir Weqas ve hate vekirin.

ANHA