Rêveberiya Xweser gumrika li ser êmê sewalan rakir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gumruka li ser elef (êmê) sewalan ku ji derve derbasî herêmê dibe, rakir.

Rêveberiya Xweser gumrika li ser êmê sewalan rakir
24 sibat, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara bi hejmara 41 da û li gorî wê gumrika li ser êmê sewalan ku ji derve derbasî herêmê dibe, rakir.

Navaroka biryara serokatiyê wiha ye:

“Ji ber zuhabûna mewsimê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe û ji bo destekê bidin xwediyên sewalan ev biryar hatin girtin:

1-Heta demeke nediyar gumrik li ser êmê sewalan tê rakirin ku ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser tên anîn.

2-Hemû bazirgan dikarin êmê sewalan ji derve bînin."

(şx)