SOHR: Di topbarana Îsraîlê de 6 leşker hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku Îsraîlê duh bi şev nuqte û depoyên komên alîgirên Îranê yên li Sûriyê kirine hedef û di encamê de 6 leşker hatine kuştin.

SOHR: Di topbarana Îsraîlê de 6 leşker hatin kuştin
24 sibat, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê duh bi şev bi moşekan derdora Şamê topbaran kir. SANA`yê ragihand ku di encama wê topbaranê de 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî diyar kir ku Îsraîlê nuqte û depoyên milîsên Îranê yên li derdora balafirgeha navneteweyî ya Şamê kirin hedef.

SOHR`ê diyar kir ku pergala parastinê ya hewayî ya li başûrê Şamê hatiye topbarankirin. Pergala parastinê ya hikumeta Şamê hewl da topbaranê têk bibe, ji ber wê teqînên mezin çêbûn.

Li gorî SOHR`ê di encama topbaranê de 6 kes hatine kuştin; 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê ne û 4 jî milîsên Îranê ne.

Her wiha ji ber topbaranê, nuqte û depoyên cebilxaneyê li derdora balafirgeha Şamê hatin rûxandin.

(şx)