Hêzên Rûsyayê ketin herêma Donbassê ya Ukraynayê

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin vê sibê operasyoneke leşkerî li dijî Ukraynayê ragihand û hêzên Rûsyayê ketin Donbassê. Wezîrê karên derve yê Ukraynayê banga rawestandina êrişan kir û got dê li ber xwe bidin.

Hêzên Rûsyayê ketin herêma Donbassê ya Ukraynayê
24 sibat, 2022   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn vê sibehê daxuyand ku “operasyona leşkerî” dane destpêkirin.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Koleba jî li ser bi Twitterê got Pûtîn dest bi êrişên li dijî Ukraynayê kiriye û li ser gelek bajarên welêt êriş hene. Koleba diyar kir ku ev şerekî dijminane ye û dê Ukraynayê parastina xwe bike.

Ajansa Interfax a Ukraynayê jî têkildarî mijarê ragihand kir ku moşek li avahiyên leşkerî yên li gelek deverên Ukraynayê ketine û hêzên Rûsyayê ketine herêma Donbassê.

(eh)