Bendava Nehdayê û bandorên wê yên li ser Misir û Sûdanê

Li gorî pirsporan, xebitandina bendava Nehdayê ji aliyê Etiyopyayê ve gaveke sembolîk ku Ebî Ehmed ji bo propagandaya siyasî bi kar tîne. Her wiha diyar dikin ku Misir dixwaze lihevkirineke li gorî hemû aliyan pêk were. Lê hikumeta Etiyopyayê tedbîrên yekalî digire.

Bendava Nehdayê û bandorên wê yên li ser Misir û Sûdanê
24 sibat, 2022   05:21
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Aloziya bendava Nehdayê ku Etiyopyayê xebitandina wê ragihandibû, berdewam e. Ji bo Misir û Sûdanê metirsiyan çêdike ku bi awayekî neyînî bandorê li parên her du welatan ên ava çemê Nîlê bike.

Piştî wê ragihandinê, Wezareta Karên Derve ya Misirê daxuyaniyek da û ev gav wek binpêkirina peymanan bi nav kir.

Girêdayî mijarê mamosteyê jeolojî û jêderên avê yê Zanîngeha Qahîreyê Dr. Ebas Şeraqî got tevî vê ragihandinê jî tu wêneyek derneket ku îsbat dike ku bendav hatiye xebitandin. 

Şeraqî ji ajansa me re axivî û got: “Serokwezîrê Etiyopyayê xebitandina bendavê ragihand, lê li gorî agahiyan, wek pêvajoya destpêkê 2 turbîn hene. Hêza her yekê 375 megawat e heke bilindahiya ava gola bendavê 80 metre be. Lê rêjeya heyî ya golê derdora 15 metre ye. Ev tê wateya ku wê tenê derdora 100 megewat kehrebe derkeve. Ev miqdar jî gelekî kêm e. Dê rêjeya heyî ya 15 metre her ku biçe kêmtir bibe heta ku turbîn rawestin. Lewre dê tenê hefteyê çend saetan bixebite.”

`BILINDKIRINA MORALA ETIYOPYAYIYAN`

Şeraqî destnîşan kir ku xebitandina sînordar a turbînan, zirarê nade Misir û Sûdanê û sûdê nade Etiyopyayê jî. Lê li gel rewşa ewlehî û aborî ya dijwar, dê morala etiyopyayiyan bilind bike û wêneya hikumeta Etiyopyayê, bi taybet ya Ebî Ehmed, piştî şerê navxweyî yê bi eniya rizgariyê gelê Tîgrayê re xweşiktir bike. Lê Şeraqî di heman demê de diyar kir ku xebitandina heyî dê korîdora navîn zuha bike û dê depoya duyemîn a avê ya Sûdan û Misirê bi temamî vala bike. Ev xebitandin dê asta nakokiyê di navbera her sê welatan de zêde bike, ji ber ku bê lihevkirin tê xebitandin.

`TEDBÎRÊN TEKAKESÎ`

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Qahîreyê Dr. Tariq Fehmî jî got: “Helwesta Wezareta Karên Derve ya Misirê û daxuyaniya wê û redkirina tedbîrên tekakesî ku Etiyopya digire, gelekî girîng in. Ev helwest nerewabûna tedbîrên Etiyopyayê îsbat dike. Dibe ku Qahîre di dawiyê de vê mijarê bixe rojeve Yekitiya Afrîkayê û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê.”

Fehmî di axaftina xwe ya li gel ajansa me de ev yek destnîşan kir: “Mijar ne sûdgirtina ji kehrebeyê ye. Lê belê bi xebitandina bendavê bi giştî û pêwîstiya lihevkirina her sê welatan ve girêdayî ye. Lê tişta rû dide, tedbîrên tekakesî yên bêwate ne û nayên naskirin.”

Tariq Fihmî got li pêşiya Misirê di vê demê de 2 xet hene ku li gorî wê tev bigere; ya yekê vegera dan û standinan bi rêya Senegalê yan jî Yekitiya Afrîkayê û wiha domand: “Ev mijar li gel nasnekirina tedbîrên yekalî, helwesta Misirê bi rêya daxuyaniya Wezareta Karên Derve gelekî girîng e.”

Li gorî Fehmî xeta din; vegerandina koordîneyê di navbera her du aliyan de ye, çi bi rêya Senegalê ku seroka Yekitiya Afrîkayê ye û bi Sûdanê ku têkildarî vê mijarê ye, li gel redkirina van tedbîr û gavan ji aliyê Misirê ve.

`GELEK VEBIJÊRKÊN QAHÎREYÊ HENE`

Fehmî diyar kir ku gelek vebijêrk li pêşiya Qahîreyê hene û wiha pê de çû: “Lê Misir dikare vê dosyayê vegerîna Meclisa Ewlehiyê ji ber ku ev dosya li ser ewlehiya her du dewletan xetere û gef e. Heta vê kêliyê niyetên yekser ên Qahîreyê ku dest bi dan û standinan bike, tune ye. Her wiha Qahîre hewl dide li dijî tedbîrên Etiyopyayê yên yekalî dewletên herêmî û navneteweyî û dewletên hewza Nîlê û yên mezin bikişîne aliyê xwe.”

Rojnamevana ji Misirê ya pirspora kar û barên Afrîkayê Sebah Mûsa jî got ragihandina Etiyopyayê ku dest bi hilberandina kehrebeyê ji bendava Nehdayê bike, ne nû ye û îşaret bi daxuyaniyên Etiyopyayê yên di vî warî de yên ji sala 2015`an ve kir û got: “Di salên derbasbûyî de bi bin ket. Lê îsal ji ber ku li cem wê turbîn hene, bi hemû rêbazan hewl dide bigihêje armanca xwe ruxmî ku pirsgirêk di turbînan de hene.”

Sebah destnîşan kir ku hikumeta Etiyopyayê ji van daxuyaniyan armanc dike peyamê bide gel ku Abî Ehmed piştî ku ji aloziya tê de derkeve, dê projeyên geşepêdanê yên mezin pêk bîne û bendava Nehdayê, projeyek e ku hemû nîjadên li Etiyopyayê xwedî lê derdikevin. Sebah diyar kir ku ev tê wateya ku derxistina kehrebeyê di vê demê de sembolîk e û peyameke xurt e ji gelê Etiyopyayê re ku Abî Ehmed dê vê projeyê temam bike ruxmî astengiyên mezin ênli pêş wî.

`TÊRA RONÎKIRINA GUNDEKÎ BIÇÛK NAKE`

Her wiha Sebah Mûsa got di aliyê pratîk de tu bandor li ser Misir û Sûdanê tune ye. Etiyopya niha miqdara ku depokirî bi kar tîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Yanî niha 8 milyar metrekab ava li paş bendavê bi kar tîne. Ew dixwaze propagandaya derxistina 58 megawatan bike. Lê li gorî raporên fenî, tenê dê derdora 50 megawat were derxistin. Ev miqdar jî têra ronîkirina gundekî biçûk jî nake. Yanî Abî Ehmed di çapemeniyê de xwe dibiriqîne. Daxuyaniyên Abî Ehmed li dijî lihevkirina 2015`an in. Misirê li dijî biryarên yekalî yên Etiyopyayê ew daxuyanî dan.”

Sebah Musa diyar kir ku heke Etiyopya cara sêyemîn gola li paş bendavê tijî kir, ev yek dê zirarê bide Misir û Sûdanê û nirxandina xwe wiha dom kir: “Xuyaye Abî Ehmed dê di vê rêyê de temam bike beyî ku dan û standinan bike. Di çapemeniyê de ev dosya li gel nêzîkbûna tijîkirina sêyemîn hatiye rojevkirin. Ev yek her sal di Tîrmehê de rû dide. Gûrkirina çapemenî her tim di destpêka Adarê de destpê dike û heta Gulanê an ku destpêkirina depokirinê didome. Abî Ehmed beriya her tijîkirinekê agahî bi Sûdanê re parve nake. Ji ber wê bendavên Sûdanê radiwestin. Ev yek di tijîkiirna yekemîn de rû da, ji ber nediyarkirina xebatên tijîkirinê û rabûna bendavê. Yanî divê lihevkirin hebe û agahî bi Sûdanê re bê parvekirin. Pirsgirêka bi Misirê re jî wiha ye, Abî Ehmed dibe ku miqdareke mezin li paş bendavê bigire dema zuhabûn henbe, ev tê wateya ku para Misirê ji çemê Nîlê dê kêm bibe. xeterî di vir de nixumandî ye ku Misir her tim dibêje bendav xeteke sor e.”

Her wiha Sebah Mûsa bi domdarî got: “Niha rewş ewle ye. Di tijîkirina yekemîn û duyemîn de zûhabûn tune bûn. berovajî wê lehî rabû. Yanî parên Misir û Sûdanê kêm nebûn. Aloziya rastî di nebersivandina Abî Ehmed de nixumandiye ku ne bi rêya Washingtonê yan jî NY yan jî Yekitiya Afîrkayê de dan û standinan qebûl nake. Di gera nû de Senegal serokatiya Yekitiya Afrîkayê dike. Gel dan û standin di dema bê de li dar kevin, Misir dê vê yekê red neke, lê dê şert deyne.  Misir wê lihevkirineke bixwaze ku Etiyopya neçar bike li gorî wê tev bigere. Heke ev yek pêk neyê, Misirê dê tedbîrên din bigire. Ez bawer nakim ku Etiyopya vê dan û standinan qebûl bike. bi taybet li gel ku Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê tu ceza lê ferz nekirin. Yanî Misir dê li gorî sînaryoyên din tev bigere.”

Nivîskar, rojnamevan û analîzvanê siyasî yê ji Sûdanê Fethî Hesen Osman jî got: “Etiyopya ji destpêka tijîkirina yekemîn ve bi Misir û Sûdanê re agahiyan parve nake. Her tim tedbîrên yekalî girtin beyî ku tev li dan û standinan bibe ku bi navbeynkariya DYA`yê bûn. DYA`yê ji her sê dewletan xwest ku reşnivîsa dawîn a daxwazên xwe binivîsin, lê Etiyopya muhlet xwest heta piştî lidarxistina hilbiajrtinan di Hezîrana 2021`an de.”

`ŞERÊ WEKÎLAN`

Osman diyar kir xerîb e ku Etiyopya tedbîrên yekalî bide û bêyî ku girîngiyê bide daxwazên her du dewletan, bendavê bixebitîne. Osman destnîşan kir ku ev yek dê bi awayekî neyînî bandorê li Misir û Sûdanê bike. Ev tedbîr bandor li para Misirê ji ava çemê kir, ji ber ku Misir girîngiyê dide çandiniyê. Di mehên bê de dê her tişt zelal bibe; gelo ev mijar dê bandorê li para her du dewletan Misir û Sûdanê bike yan na?

(şx)

ANHA