Bersûm: Divê Rûsya gotinên xwe veguherîne pratîkê

Senherîb Bersûm diyar kir ku divê gotin û pratîka Rûsyayê hev bigirin, di heman demê de MSD`ê tev li çareseriya siyasî ya Sûriyê bibe û got: "Sînordarkirina Rûsya ji projeya Rêveberiya Xweser bi kurdan ve lîstina bi tişta li ser erdê dibe, ye."

Bersûm: Divê Rûsya gotinên xwe veguherîne pratîkê
24 sibat, 2022   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov der barê Komîteya Destûrê de wiha axivîbû: "Ger em behsa guhartina destûrê dikin, ji xwe em piştgiriya beşdariya nûnerên Kurdan ji çareseriyê re dikin û ev yek dê tawanên cihêbûnê ji holê rake. Bi gotineke din girêdana sûriyan a mezhebî û etnîkî çi be jî em dixwazin li gorî rêgezên parastina yekitiya Sûriyê, çareseriyek derkeve holê."

Têkildarî daxuyaniya  Mikhail Bogdanov, Cîgirê Têkiliyên Karê Derve Fener El-Giêt li ser navê Rêveberiya Xweser axivî û got: "Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê em amade ne kar û xebatê bikin. Di vê çarçoveyê de Rûsya xwedî roleke girîng e û em garantoriya wê û çi kesên ji bo îstiqrara Sûriyê kar û xebatê dikin, silav dikin. Li aliyekî din jî em qet ne bi parçebûna Sûriyê re ne."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senhrîb Bersûm ji ajansa me re axivî û got: " Di çareseriya siyasî ya Sûriyê de, Rûsya xwedî roleke girîng e, lê heta niha helwesteke cidî nîşan nedaye."

ꞌPROJEYA RÊVEBERIYA XWESER TENÊ BI KURDAN WERE SÎNORDARKIRIN NE RAST Eꞌ

Bersûm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate, partî û hebûnên li herêmê digire nav xwe, di heman demê de beşek ji erdnîgariya Sûriyê ye, lê ruxmî vê yekê li derveyî çareseriya siyasî tê hiştin.

Bersûm bal kişand ser daxuyaniyên cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û wiha dewam kir: "Divê li hemberî Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê, her wiha ev modêla rêveberiyê ku bi rêya wê em banga avakirina Sûryeyeke nenavendî dikin, bi roleke erênî rabin. A din projeya Rêveberiya Xweser tenê bi kurdan ve were sînordarkirin ne rast e û berovajîkirina rastiya heyî ye. Helbet em bi mafên kurdan re ne, lê hin pêkhateyên din ên wekî, Suryan, Asûr û Ereb jî hene û modêleke îdarî heye ku em dixwazin bibe bingeha avakirina Sûriyeya pêşerojê."

ꞌDAXUYANIYÊN MIKHAIL BOGDANOV TÊKBIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER INꞌ

Senherîb Bersûm anî ziman ku divê nêzîkatiyên ji çareseriya siyasî re wekî heyî bin û parçekirin tune be, lê daxuyaniyên Bogdanov tên wateya têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, parçekirina pêkhateyan û lîstokeke rastîn e heta ne tenê li ser kurdan, lê belê li ser partiyên kurdî jî.

Bersûm ev li gotina xwe zêde kir: "Em dixwazin beşek ji çareseriya siyasî ya ku NY`yê çavdêriya wê dike bin, her wiha em îtîrafê bi biryara navneteweyî ya 2254`an dikin. Di heman demê de bang li tevahiya dewlet û aliyên Sûriyê dikin ku wê pêk bînin û hemû aliyên muxalifên Sûriyê bi awayekî edilane tev li van civînan bibin. Nebeşdarbûn an jî dûrxistina Rêveberiya Xweser  çareseriya siyasî ya Sûriyê têk dibe, li aliyekî din jî çi çareserî ji van civînan derkeve dê kêm be û hîn zêdetir nakokiyan di navbera aliyên sûrî de derxe."

Bersûm bi domdarî got: "Çareseriya siyasî ya têkildarî Sûriyê di halê hazir de hema bêje cemidî ye, ji dema civînên komîteya destûrê dest pê kirine de û heta niha tu guhartin çênebûne. Heta demdirêjkirin heye, nexasim ji aliyê hikumeta Şamê ve ku naxwaze destûreke nû were danîn û hilbijartinên demokratîk li dar bikevin. Di rastiyê de hikumetê ev yek ragihandiye û çareseriyê tenê bi rêya lihevkirin, çareseriya ewlehî û leşkerî dibîne. Isbata vê yekê jî rewşa gelek herêmên Sûriyê ye, di encamê de xizmeta gelê sûrî nake."

ꞌGIRÎNGTIRÎN ENCAMÊN GERÊN ASTANAYÊꞌ

Têkildarî mijarê Bersûm daxuyaniyên wezîrê Karê Derve yê Hikumeta Şamê Feysel Miqdad û tawanbarkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi "cihêxwaz û terorîst" in bi gerên Astana ve girê da û got: "Destpêkê hevalbendiyeke Astanayê di navbera Rûsya, Îran û dewleta Tirk de heye. Armanc û berjewendiyên wan dewletan hene û dixwazin pêk bînin û her dewletek berjewendiyên dewletên din di ber çavan re derbas dikin. Bi taybet Îran û dewleta Tirk naxwazin demokrasî li Sûriyê pêk were, projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser keve. Ji lew re tawanên terorîst û parçebûnên dikin ku projeya demokrasî têk bibin, projey û ajandeyên xwe derbas bikin. Her yek ji wan hewl dide planên xwe pêk bîne. Îran û dewleta Tirk çareseriya siyasî li Sûriyê asteng dikin, Rûsya jî li gorî berjewendiyên wê bi wan re ye."

Bersûm îşaret bi encamên gerên Astanayê kir û wiha nirxand: "Me encamên vê gerê dîtin! Guhartina demografîk çêbû, gelek herêmên Sûriyê hatin dagirkirin, êş û azarên sûriyan zêdetir bûn û çareseriya siyasî hate betalkirin."

Senherîb Bersûm diyar kir ku divê gotinên Rûsya bibin pratîkî, her wiha Rûsya xebatê bike ku hemû aliyên siyasî yên li Sûriyê bi taybet Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li xebata siyasî bike.

Bersûm da zanîn ku daxuyaniyên Rûsyayê ne li gorî rastiya heyî ne û ev lê zêde kir: "Beriya salekê em bi wezîrê karên derve yê rûsî Sergey Lavrov re civiyan û di hevdîtinê de, îşaret bi girîngiya tevlêbûna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji çareseriya siyasî ya li Cinêvê kir."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senhrîb Bersûm di dawiyê de got: "Li ser dîtina çareseriyeke siyasî, demokratîk û dawî ya ji Sûriyê re, divê rewşa hemû aliyên sûrî yên demokratîk di ber çavan re werin derbaskirin, her wiha tev li çareseriya siyasî bibin û zext li ser hikumeta Şamê were kirin ku li gorî tê xwestin tawîzan bide."

(eh)

ANHA