​​​​​​​' Bi rêya xweparastinê em ê bi ser kevin '

Du endamên rêveber ên Mala Jin piştrast kir ku ji bo gelên bindest çareserî şerê gel ê şoreşgerî û parastina hebûnê ye.

​​​​​​​' Bi rêya xweparastinê em ê bi ser kevin '
24 sibat, 2022   00:36
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Şerê gel ê şoreşgerî yek ji rêbazên girîng û serkeftî yê xweparastinê ye, ji ber ku bingeh û sîstema wê li ser beşdarbûna gel di parastina axê de ye.

Li ser girîngî û rola şerê gel ê şoreşgerî yê li hemberî hewldanên qirkirina gelan û rizgariya ji bindestî û mêtingeriyê, du endamên rêveber ên Mala Jin da zanîn ku xweparastin yekane rêya rizgariya gelên bindest e.            

‛HOVÎTIYA DEWLETA TIRK NÎŞANEYA QELSIYA WÊ YE’  

Rêvebereke Mala Jin a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Sîhem Bîlal, êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî lawaziyekê nirxandin û got: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bêhêzî û lewaziya wê nîşan didin."

Sîhem Bîlal da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ne nû ne, lê ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha berdewam in û got: "Di 2016'an de destê dewleta Tirk di êrişa çeteyan a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hebû, lê bi awayekî nerasterast bi alav û pereyan piştgirî didin wan."

‛ROLA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DI TÊKBIRINA SIYASETÊN DIJMINAN DE’    

Sîhem Bîlal destnîşan kir ku bi saya şerê gel ê şoreşgerî ku ji aliyê rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin û bi hevgirtina pêkhateyên taxê, hewldanên dewleta Tirk ên jinû e zindîkirina siyaseta xwe li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî têk çûn.

Sîhem Bîlal diyar kir ku tişta dewleta Tirk dixwest pêk nehat û di êrişên xwe yên li ser Efrînê de rûbirûyî berxwedana YPG'ê û YPJ'ê û hemû pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan di nava 58 rojan de ma û derbeyên giran xwarin.

Sîhem Bîlal bal kişand ser êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û got: "Tişta ku li girtîgeha Xiwêran a Hesekê qewimî komployek bû, lê bi saya rêxistinbûn û rêveberiya me, ev komplo wekî her carê têk çû."

‛HETA SERKEFTIN Û AZADIYÊ DEST BI DEST BI HEV RE NE’    

Sîhem Bîlal li ser girîngiya xweparastinê digel hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina fitne di nava şêniyên herêmê de û êrişên li dijî wan wiha pê de çû: "Em bi hêzên xwe re ne û em ê ji hemû aliyan ve piştgiriyê bidin wan."        

Sîhem Bîlal wiha lê zêde kir: "Di qonaxa hestiyar a ku em tê re derbas dibin ku wê çarenûsa me diyar bike de, divê em li ber xwe bidin û li ser nirxandin û perspektifên rêbertî ya li ser şerê gel ê şoreşgerî bimeşin û li ser şopa şehîdên xwe bin, bi vê awayî em ê bi ser bikevin."

Sîhem Bîlal destnîşan kir ku ji bo parastina ax û destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan divê gel rêya berxwedan û xweparastinê bişopînin.            

Sîhem Bîlal têkildarî bêdengiya dewletan li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Bêdengiya wan nîşaneya hevkariya wan a bi dewleta Tirk re di şerên qirkirinê de ye."

Rêvebereke Mala Jin Perîşan Reşîd têkildarî êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev tişt got: "Dewleta Tirk bi dijwarkirina êrişên xwe yên li ser herêmên me, dixwaze vîna gel bişikîne."

Perîşan Reşîd bal kişand ser hêz û vîna gelê Kurd û wiha: "Me hêza xwe ji rêber Abdullah Ocalan û fedekariya şehîdan girtiye."        

‛BERXWEDAN Û XWEPARASTIN DÊ SERKEFTINÊ BÎNE’  

Perîşan Reşîd wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em parastina xwe bikin û piştgiriyê bidin hev, çi leşker çi sivîl, ji bo ku em bihêztir bibin, wekî çawa ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ku bi saya şerê gel ê şoreşgerî em bi ser ketin. "

(dx)

ANHA