QSD’ê çeteyekî DAIŞ’î yê Iraqî girt

QSD’ê ragihand ku dema çeteyekî DAIŞ’î yê iraqî hewl da bireve dewleta Tirk, girt.

QSD’ê çeteyekî DAIŞ’î yê Iraqî girt
23 sibat, 2022   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

"Yekîneyên taybet ên QSD’ê çeteyekî DAIŞ’î yê iraqî li bendeke kontrolê ya Reqayê dema hewl dida bi rêya hevkarên rêxistina terorîst bireve Tirkiyê, girt. Ew çete bi rêya rêxistina DAIŞ’ê ji beyara Sûriyê derket.

Li gorî îtîrafên terorîstê bi navê Ebdullah Ebdulkerîm Ebdullah ew ji ber teqîna mayînekê bi erebeya ku tê de bû, li ser rêya Eseriya-Xenasir ê beyarê Reqayê birîndar bû. Ew çete li herêma Wadî Miyah, Şam, beyara Sexne, beyarê Tedmir û bejahiyên Helebê digerî.

Terorîst Ebdullah di 2017’an de tev li rêxistina DAIŞ’ê bû û li bajarokê Salihiyê perwerdeya leşkerî dît û piştî perwerdê çû herêma Selahedîn (Iraqê) û li wir 4 mehan ma. Dûvre vegerî xeta Şamiyê û piştî têkçûna DAIŞ’ê li herêmê çû beyara Sûriyê. Di îtîrafên terorîst Ebdullah de hin mêvanxaneyên taybet bi endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê hebûn û kesên berpirsên tedawiya wan hebûn û vedigerandin xaka Sûriyê.

Li gorî hatibû plankirin diviyabû ew çete li nexweşxaneyên Urfa yan jî Gazî Entab bihata dermankirin."

(fr)

ANHA