​​​​​​​Nivîsgeha Erka Xweparastinê efûyeke giştî derxist

Hevserokatiya Nivîsgeha Parastinê têkildarî kesên ji erka xweparastinê revîne, efûyeke giştî derxist. Her wiha temenê kesên ku divê erka xweparastinê pêk bînin, eşkere kir.

​​​​​​​Nivîsgeha Erka Xweparastinê efûyeke giştî derxist
23 sibat, 2022   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 biryarên nû dan.

Bi biryara yekemîn kesên ku ji pêkanîna erka xweparastinê revîne lê destê wan di bûyerên terorîst, sûcên kuştinê, diziyê û sextekariyê tune ye, têne efûkirin. Nivîsgehê 45 roj dem ji bo kesên li hundirê herêmê û 90 roj jî ji bo kesên revîne derveyî herêmê, diyar kir.

Di dema diyarkirî de divê ew kes serî li navendên erka xweparastinê yên li herêmên lê ne bidin û rewşa xwe çareser bikin. Biryar di 24`ê Sibatê de dikeve meriyetê.

Di biryara duyemîn de jî hevserokatiyê temenê kesên ku divê tev li erka xweparastinê bibin, diyar kir ku divê di navbera 01.01.1998 û 13.03.2004`an de ji dayik bûbin.

(şx)

ANHA