MNK: Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê berdewama êrişên DAIŞ`ê yên 2015`an e

MNK`ê têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên sala 2015`an li dijî gundên asûr ên Til Temirê dauxyaniyek da û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê berdewama wan êrişan e.

MNK: Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê berdewama êrişên DAIŞ`ê yên 2015`an e
23 sibat, 2022   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7`an a êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî gundên asûr ên Til Temirê Meclisa Parastina Xabûr a Asûr (MNK) daxuyanî da.

Di dauxyaniyê de wiha hat gotin:

“Îro salvegera 7`an a bûyerên Xabûrê ye ku di 23`yê Sibata 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî dehan gundên asûr kirin û di encamê de gelek şervanên hêzên leşkerî yên Yekîneyên Parastinê û Meclisa Parastina Xabûr a Asûr şehîd bûn ku herêm diparastin û bi sedan sivîl dîl hatin girtin.

Ev roj di dîroka gelê Asûr de rojeke reş e û ji komkujiyên li dijî hebûna asûrî ye. Ji ber êrişa bi lez şêniyên wan gundan, nekarî xwe biparêzin an jî birevin. DAIŞ`ê jî bê cudahî 285 sivîl revandin ku di nav de kesên temenmezin û zarok hebûn. Gund şewitandin û perestgeh wêran kir.

Li ser beravên çemê Xabûr 33 gundên asûr hene tê de zêdetirî 17 hezar kes dijiyan. Di her gundekî de dêrek hebû.

Niha ew gund hema bêje vala ne û tenê derdora 2 hezar kes tê de dimînin ku piraniya wan kesên temenmezin in. Ji ber ku gelek malbat ber bi Ewropayê yan jî Hesekê û Qamişloyê ve koçber bûn.

Ev êriş bi awayekî neyînî bandor li asûran kir, ji ber ku berê jî rastî qirkirinan hatin.

Xuya ye ku tişta DAIŞ`ê dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê niha didomînin. Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên asûr topbaran dike.

Tevî ku di êrişên DAIŞ`ê de sala 2015`an zêdetirî 8 dêr wêran bûn, niha zêdetirî 6 dêrên din ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker bi wêranbûnê re rû bi rû mane. Dêr li gundên li eniyên şer rastî topbaran û bombebarana balafirên dewleta Tirk tên.

Em bi tundî komkujiya li dijî gelê me yê li gundên Xabûr bi destê DAIŞ`ê di 23`yê Sibata 2015`an de pêk hatî, şermezar dikin û bang li komîteya lêpirsînê ya navneteweyî dikin ku sûcdaran di dadgeha cezayan a navneteweyî de darizînin.”

(şx)

ANHA