​​​​​​​Şêniyên Efrînê sersaxî da malbeta şehîd Qendîl Hisên

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Parastina Gel Qendîl Hisên re xwest. Şehîd Qendîl li çiyayên Amanosê sala 2018'an şehîd bûbû.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê sersaxî da malbeta şehîd Qendîl Hisên
23 sibat, 2022   13:07
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji bo şehîd Qendîl Hisên (Hesen Hisên Hesen) yê ji gundê Sînka yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, li navçeya Ehrezê ya Şehbayê, konê sersaxiyê veda.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbeta şehîd Qendîl Hisên re xwest. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ji bo parastina gelê Kurd.

Her wiha li ser navê Kongra Star Wefa Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê Yekitiya Êzidiyên Efrînê Sûad Hesen bal kişand ser rola HPG’ê di rizgarkirina êzidiyan ji komkujî û fermanên DAIŞ'ê de û got: "Ger gerîla nebûna dê li ser êzidiyan komkujî zêdetir çêbûna."

Qendîl Hisên di 27'ê Adara 2018'an de li çiyayên Amanosê şehîd bûbû.

(dx)

ANHA