​​​​​​​Hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin

Îro balafirên bêmirov ên Rûsyayê li asîmanê çiyayê Zawiye û Sehil El-Xab geriyan. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê başûrê Idlibê topbaran kir.

​​​​​​​Hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin
23 sibat, 2022   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li “herêma bêçek” balafirên bêmirov ên Rûsyayê li ser çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê û Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê geriyan. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê top avêtin Bênîn, Filêfil û derdora Fetîre. Agahiyên der barê windahiyan de tune ne.

SOHR`ê duh ragihandibû ku li Cebel El-Ekrad a Laziqiyê, hêzên hikumeta Şamê çeteyekî artêşa Tirk kuştiye.

(eh)