Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 32 kes bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 32 kes bi vîrusa koronayê ketine û 5 pêketî jî mirine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 32 kes bi vîrusa koronayê ketin
23 sibat, 2022   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 18 mêr û 14 jin bi vîrusa koronayê ketine.

Her wiha destnîşan kir ku li Qamişlo 2 mêr û jinek û li Kobanê 2 mêr bi vîrusa koronayê mirine û rewşa pêketiyek baş bûye.

Bi vê daneyê re hejmara pêketiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 38 hezar û 353 nexweşan. Di nav de hezar û 551 pêketî mirine û 2 hezar û 555 pêketî jî baş bûne.

(şx)

ANHA