Rojnameyên erebî: Biryara Dadgeha Federal dê serokkomarê Iraqê diyar bike

Rojnameyên erebî yên îro îşaret bi biryarên îro Dadgeha Federal a Iraqê ragihîne, rewşa siyasî ya Lîbyayê û kar û barên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Biryara Dadgeha Federal dê serokkomarê Iraqê diyar bike
Rojnameyên erebî: Biryara Dadgeha Federal dê serokkomarê Iraqê diyar bike
Rojnameyên erebî: Biryara Dadgeha Federal dê serokkomarê Iraqê diyar bike
23 sibat, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BIRYARA DADGEHA FEDERAL DÊ SEROKKOMARÊ IRAQÊ YÊ NÛ DIYAR BIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Hêzên siyasî yên li Iraqê îro li benda biryara Dadgeha Federal a Bilind in da ku deriyê namzetiya ji bo serokkomariyê veke.

Hin hêz neçar man hevdîtinên xwe li benda biryara dadgehê bihêlin, ji wan serokê Tevgera El-Sadrê Muqteda El-Sadir. Diviyabû roja sêşemê bi Koalîsyona Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re biciviya, lê pêk nehat.

Hin siyasetmedarên Iraqê di vê qonaxê de biryara dadgehê girîng dibînin. Beriya çend rojan dadgehê biryarek ragihandibû û tê de namzetiya nûnerê PDK’ê Hoşyar Zêbarî ji ber gendeliyê red kiribû. Serokê Meclisê Mihemed El-Helbûsî careke din pêşî li namzetiyê vekir, vê yekê jî nîqaş û gengeşe derxistin holê. Heta pir kesan ev yek wek hewldana ji bo namzetê PDK’ê tev li lîsteyê bibe, bi nav kir.

Çavdêr diyar dikin heke dadgeh biryara namzetiya derqanûnî red bike, dê biryareke bi armanca pêkanîna daxwazên siyasî yên hin hêzan be.”

‘EL-DEBÎBE PLANA LIDARXISTINA HILBIJARTINAN EŞKERE KIR’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe, hewl dide siyaseta xwe rewa bike da ku li ser hikum bimîne, lewma plana hilbijartinan eşkere kir.

El-Debîbe pêr bi şev ragihandibû ku plana bi navê "Vegere serweriyê " dê hemû sazûmaniyên heyî bi dawî bike, di serî de hikumeta wê. Her wiha destnîşan kiribû ku ew ê emanetê bi hilbijartinan radest bike, ji ber ku çareserî di hilbijartinan de ye.

Li hemberî vê yekê Fethî Başaxa jî soz da ku ew ê hikumeta wî ya ji bo avakirinê hatiye erkdarkirin, dosyayê di dema diyarkirî de pêşkêşî parlamentoyê bike.

Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî jî duh dema bi şandeyekê re civiyabû, gotibû ku ew ê meclisa wî dûrî her kesî be û projeya lihevkirina nîştimanî ya îstiqrara Lîbyayê misoger dike, bidomîne.

‘LI LUBNANÊ BERIYA HILBIJARTINAN; PÊŞBAZIYA DI NAVBERA LIHEVKIRIN Û HILWEŞANDINÊ DE’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rojeva Lubnanê wiha nivîsî: "Di demekê de ku cudabûneke siyasî ya berferehtir di dema amadekariyê ji bo hilbijartinên 15'ê Gulanê de derdikeve pêş, rewşa hikumetê li Lubnanê di vê pêvajoyê de bi xebateke sînordar tê birêvebirin.

Tirs heye ku welat bikeve bazarekê ku ji hemû aloziyan re vekirî be û bi navê dirûşmên hilbijartinan be ku hemû rastiyên bi wê ve girêdayî diyar dikin û dê ji hemû pêvajoyên berê yên hilbijartinê dijwartir be.

Çavkaniyên siyasî wêneyekî nebaş li ser rewşa Lubnanê ji rojnameya El-Beyan re xêz kir ku Lubnan îro ne li ser nexşeya erebî û ne jî li ser nexşeya navneteweyî ye. Lewma divê hilbijartin di dema xwe de li dar bikevin.”

(dx-eh)