Dadgeha Federal civîna xwe ya li ser namzetên nû yên serokkomariyê derengxist

Dadgeha Federal a Iraqê îro civîna xwe ya li ser namzetên nû yên serokkomariyê heta 3`yê meha bê dereng xist.

Dadgeha Federal civîna xwe ya li ser namzetên nû yên serokkomariyê derengxist
23 sibat, 2022   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 9’ê Sibata 2022’an parlementoya Iraqê bi biryara serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî carek din derî li pêşiya namzetên nû yên serokkomariyê, vekiribû.

Ev biryara serokê parlementoyê bi xwe re nerazîbûn anîbû. Parlementerê serbixwe Basim Xeşan li Dadgeha Federal li ser vê biryarê gilî kiribû û wek biryarek ne yasayî binav kiribû.

Li ser giliyê hatî kirin, îro Dadgeha Federal a Iraqê civiya da ku biryar li ser yasayîbûn yan jî ne yasayîbûna biryarê bide. Li gorî zanyariyan di civînê de hatiye gotin dubare vekirina derî li pêş  namzetiya serokkomariyê ne yasayî ye. Lê dadgehê bi fermî biryara xwe ya li ser vê mijarê neda û civîna xwe ji bo roja 3’yê Adara 2022’an derengxist.

Ger dadgeh biryar bide ku ev biryara serokê parlementoyê ne yasayî ye, wê demê wê mafê namzetiya Rêber Ehmed ê PDK’yî ya ji bo serokkomariyê were red kirin.