Kurdistaniyên li Lubnanê piştevaniya pêngava azadiya fîzîkî ya Ocalan kir

Kurdistaniyên Ii Lubnanê piştgirî û tevlêbûna xwe ji pêngava neteweyî ya ku " Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navnetweyî " dest pê kir, ragihand. Ev însiyatîf bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" derxe.

Kurdistaniyên li Lubnanê piştevaniya pêngava azadiya fîzîkî ya Ocalan kir
22 sibat, 2022   21:09
BEYRÛT

Têkildarî mijarê kurdistaniyên li Lubnanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Xalid Xalid ve bi beşdariya bi dehan kurdistaniyan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser navê kurdistaniyên li Lubnanê em piştgiriya xwe ji banga Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî radigihînin ku ev xwestekeke mirovî û wijdanî ye. Dê demokrasî, ewlehî û aştiyê geş bike û mafên mirovan bi giştî misoger bike û çareseriyeke guncaw ji doza Kurd re bîne.

Em kurdistaniyên li Lubnanê dibînin ku guhdarkirina li vê xwesteka mirovî û wijdanî ye û dikeve xana destpêkirina danûstandinên aştiyane yên bi armanca çareserkirina pirsgirêkên asê di navbera hemû aliyên têkildar de. Dê bi wê re îstîqrar li hemû herêma Rojhilata Navîn misoger bibe. Ji ber doza Kurd dozeke cîhanî û herêmê, her wiha dozeke neteweyî ye."

(fr)

ANHA