Şinyar Huner vê sibê jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Şinyar Huner a beriya çend rojan hatibû şewitandin, vê sibê jiyana xwe ji dest da.

Şinyar Huner vê sibê jiyana xwe ji dest da
23 sibat, 2022   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

18`ê Sibatê li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin. Şinyar Huner li nexweşxaneyê hate dermankirin, lê vê sibê jiyana xwe ji dest da.

Di 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat ya Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner dema di mal de razayî bû, hevserê wê neftê bi ser de kiribû û agir pêxistibû.

Li gorî agahiyên bavê Şinyarê dane Rojnews, vê sibehê Şinyar jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku wê Şinyar Huner li goristana Seyîdsadiq ve were veşartin.

Şinyar temenê wê 21 sal bû, dayika du zarokan bû û ji sedî 85’ê bedena wê şewitî bû.