Piştî DYA’yê Yekitiya Ewropayê jî ceza li Rûsyayê ferz dike

Josep Borrell ragihand ku wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê dê îro biryarekê bidin û cezayan li Rûsyayê ferz bikin, piştî ku Rûsyayê serxwebûna cudaxwazên li Ukraynayê nas kir.

Piştî DYA’yê Yekitiya Ewropayê jî ceza li Rûsyayê ferz dike
22 sibat, 2022   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell eşkere kir ku piştî naskirina 2 herêmên cudaxwaz li rojhilatê Ukraynayê ji aliyê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve, îro Yekitiya Ewropayê (YE) dê cezayan li Rûsyayê ferz bike.

Josep Borrell li Parîsê ji rojnamevanan re diyar kir ku bersiv dê bi awayê cezayan be û got: "Ez bawer im ku ji bo bicihanîna tedbîrên wiha hewcedarî bi biryareke giştî heye."

Komserê Edaletê yê Ewropayê Didier Reynders jî got YE amade ye ku cezayan li Moskovê ferz bike. Reynders di hevpeyvînekê de diyar kir ku welatên YE’yê bi giştî li ser ferzirina cezayên nû li hev kiriye.

(dx)