Rêxistina Sara navenda xwe li Eyn Îsayê vekir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan navend xwe li gundewarê Eyn Îsayê vekir.

Rêxistina Sara navenda xwe li Eyn Îsayê vekir
Rêxistina Sara navenda xwe li Eyn Îsayê vekir
Rêxistina Sara navenda xwe li Eyn Îsayê vekir
Rêxistina Sara navenda xwe li Eyn Îsayê vekir
22 sibat, 2022   14:43
EYN ÎSA

Bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û komîteyên Meclisa Kantona Girê Spî û nûnerên partiyên sivîl, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan, navenda xwe li gundewarê Eyn Îsayê vekir.

Merasîmê vekirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama rêveber a Rêxistina Sara ya herêma Firatê Necat Mesla vekirina navendê pîroz kir û armanca avabûna rêxistina Sara dest nîşan kir.

Her wiha soz da ku ew ê erka xwe ya hişyarkirina jinan û têkoşîna li hemberî tundiyê bidomînin.

Endama rêveber a navenda Rêxistina Sara ya Eyn Îsayê Hedla Hec Mulslim diyar kir ku vekirina navendê gaveke baş e ku hewl didin destekê bidin jinan û hemberî tundiya li ser wan bisekinin.

Piştî axaftinan, deriyê navendê bi diruşmeyên "Jin, jiyan, azadî " hate vekirin.

ANHA