​​​​​​​Balafireke dewleta Tirk eniya Sacûr careke din topbaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker eniya Sacûr a li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir. Balafir hê jî li ser eniyên şer ên Minbicê digere.

​​​​​​​Balafireke dewleta Tirk eniya Sacûr careke din topbaran kir
22 sibat, 2022   12:50
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê balafireke bêmirov a dewleta Tirk dagirker eniya Sacûr topbaran kir. Ev cara çaremîn e ku êrişeke wiha pêk tê.

Her wiha navendê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker duh bi şev saet di 21:45`an de gundê Tuxar topbaran kir. Hemwextî wê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li seranserî eniya Sacûrê geriyan.

(şx)