Di çalakiyên cuda de banga xwedîderketina li zimanê dayikê hate kirin

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê mamoste û xwendekarên navçeya Til Temirê banga xwedîderketina li zimanê dayikê kirin. Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê hewldanên pergalên faşîst ên tunekirina zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Li Lubanên jî di panelê de hate goitn ku fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî pêwîst û rewa ye.

Di çalakiyên cuda de banga xwedîderketina li zimanê dayikê hate kirin
21 sibat, 2022   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê, li navçeya Til Temirê bi dehan mamoste û xwendekar, xebatên qada perwerdeyê, li Dibistana Ednan El-Malikî kom bûn û daxuyanî da.

Mamoste Mihemed Neşwan Îbrahîm daxuyanî xwenn. Di daxuyaniyê de hate goitn: "Em mamosteyên zimanê kurdî vê rojê li tevahî xwendekarên xwe, malbatên şehîdan û azadxwazan dikin. Her kes dizane ku zimanê kurdî li Rojava hatibû qedexekirin û paş ketibû, lê bi saya şoreşger û şehîdên me êdî zimanê dayikê bûye zimanê tevahî pêkhateyan. Divê em zimanê xwe pêş bixin û biparêzin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê yên qirkirina gelê Kurd û zimanê wê û wiha hate gotin: "Dema em welat û zimanê xwe diparêzin, em bi zimanê xwe pêş dikevin ku wê tu kes nikaribe têk bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafê her kesekî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û divê zimanê ji aliyê cîhanê ve were naskirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmên "Bê ziman jiyana gelan nabe" hatin berzkirin.

DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA HERÊMA FIRATÊ HEWLDANÊN TIRKIYÊ YÊN TUNEKIRINA ZIMANÊ KURDÎ ŞERMEZAR KIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gTWfiFAcvxE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê hewldanên pergalên faşîst ên tunekirina zimanê dayikê yên gelan, di serî de zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di sedsala 21'ê de gelek netewe ji mafên xwe yên ziman û çand bêpar hatin hiştin û wiha hate domandin: "Heta roja me ya îro zihniyeta faşîst a bi nûnertiya dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirov li gelek dewletan pêk tîne, di serî de li dijî kurdên li Bakurê Kurdistanê hewl dide bi rêya ferzkirina zimanê tirkî, zimanê kurdî tune bike."

Di daxuyaniyê de hate destîşankirin ku zimanê dayikê rumet, nasname û pêşeroja neteweyan e, ji ber vê yekê divê her kesî, xwedî li zimanê xwe derkeve.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê û ev tişt hate diyarkirin: "Dewleta Tirk a dagirker piştî ku herêman kurdan ên li bakurê Sûriyê dagir kirin û niştecihên wan koçber bikin, malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kir. Her wiha zimanê tirkî ferz kir û zêdetirî 300 dibistan girtin. Em Desteya Perwerde em ê têkoşîna xwe li hemberî van sîsteman berdewam bikin heta ku hemû netewe mafên xwe yên çandî, di serî se hînbûna bi zimanê dayikê vegerînin."

BEYRÛT

Kurdên li Lubnanê jî bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek li dar xist. Panel ji aliyê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê Ebduselam Ehmed, endama Komeleya Newroz a Çandî û Civakî Nesrîn Xidir û bi navê kurdên li Lubnanê Meyada Mehmûd ve hate birêvebirin.

Di panelê de hate gotin ku ziman yek ji hêmanên herî girîng ên mirovahî û avakirina civakan e, her wiha alava diyalogan di afirandina çanda civakan û pêşxistina wan de ye.

Kesên axivîn, destnîşan kirin ku fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî pêwîst û rewa ye, divê her kesî xwedê li zimanê xwe derkeve û biparêze.

ANHA