Meclisên leşkerî yên jinan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisên leşkerî yên jinan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist.

Meclisên leşkerî yên jinan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
21 sibat, 2022   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), civîna du rojan ji 19 û 20 vê Sibatê de dom kir. Fermandarên hemû meclis, beş û saziyên YPJ’ê, endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Lîlwa El-Ebdullah û Fermandariya Giştî ya Herêma Firatê Zinarîn Enes di civînê de amade bûn.  Di civînê de geşedanên meydanî, leşkerî û siyasî yên li herêmê û operasyonên têkoşîna li dijî terorê û rêbzên geşkirina ewlehî û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de siyaseta dewleta Tirk û sûcên wê yên li dijî herêmê û kiryarên li dijî jinan bi rêya pêkanîna rêbazên şerê taybet hatin nîqaşkirin. Hate gotin ku armanc ji van sûcan "Serdema tarî vegerîne, vîna jinan lawaz bikin û jinan vegerînin serdema koletiyê."

/ar/uploads/files/2022/02/21/131318_photo5807536949974645298.webp

Her wiha têgînên şaş ên derbarê jinan de hatin belavkirin, hatin rexnekirin û hate gotin, ev nêzîkatî ne layîqî rêxistinbûna jinan e û hewl didin ku wekî nexweşiyekê di nav civakê de belav bikin.

Her wiha di civînê de piştevaniya helwestên siyasî û leşkerî yên YPJ’ê hate misogerkirin ku ewlehî, îstîqrar werin geşkirin ku pêşerojeke ronîkbar were garantîkirin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne azadiya xwe.

Di civînê de hate diyarkirin ku ew ê jinûve sazûmaniya hêzên leşkerî bi pêş bixin, kapasîteyên parastinê werin geşkirin, pabendî bi rêziknamya YPJ’ê were kirin da ku bibe garantiyeke xebata saziyan ên bingehîn di nava YPJ’ê de.

Her wiha mijarên rêxistinî, perwerde, pêşniyar û çareseriyên ji bo sererastkirina şaştiyan hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ya Herêma Firatê spasiya tevahî beşdaran kirin û keda wan pîroz kir û got ew soza xwe ji bo pêkanîna serkeftin û îstîqrarê ji hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên cîhanê re nû dikin.

(fr)

ANHA