Şêniyên Dêrazorê: Azadiya fîzîkî armanca me ye

Bi diruşma "Azadiya fîzîkî armanca me ye", bi sedan şêniyên Dêrazorê daketin qadan, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Şêniyên Dêrazorê: Azadiya fîzîkî armanca me ye
Şêniyên Dêrazorê: Azadiya fîzîkî armanca me ye
Şêniyên Dêrazorê: Azadiya fîzîkî armanca me ye
Şêniyên Dêrazorê: Azadiya fîzîkî armanca me ye
Şêniyên Dêrazorê: Azadiya fîzîkî armanca me ye
21 sibat, 2022   15:15

Bi sedan şêniyên bajarokê Siwêr û gundewarên wê, bi endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêx û rûspî daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji pêşiya avahiya meclisa bajarê ber bi çerxerêya Şehîdan ve dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîdan rawestiya û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê Meclisa Sivîl a bajarokê Siwer Dewş El-Mihemed daxuyanî xwed.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ya derbarê zextên li ser Rêber Abdullah Ocalan de hatin şermezarkirin û hate gotin ku Ocalan xwediyê fikir û felsfeya ku mohra xwe di dilê her kesî de hiştiye.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li ser berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û hate diyarkirin ku Ocalan di girtîgehê de bêdeng nema û tevî hemû astengiyan ji hêz û karînên xwe bawer e.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hate kirin ku zextê li hikumeta Erdogan bike da ku bêyî şer û qeydan Rêber Ocalan serbest berde.

ANHA