Li Kobanê bi hezaran dar hatin çandin

Di pêngava çandina daran a li gundewarên Kobanê de ya bi armana avakirina daristanekê bi hezaran dar hatin çandin.

Li Kobanê bi hezaran dar hatin çandin
21 sibat, 2022   16:04
KOBANÊ

Pêngava çandina daran a ku ji aliyê Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ve bi armanca avakirina daristanekê li Kobanê hatibû ragihandin, bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2022/02/21/133504_2022-2-21-kob-candina-daran-28229.webp

Bi sedan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê beşdarî pêngavê bûn ku 3 rojan dewam kir. Di çarçoveya pêngavê de 3 hezar dar li qadeke 7 hektar li girên gundê Şêx Çopan ê 14 km dikeve başûrê bajarê Kobanê hatin çandin.

/ar/uploads/files/2022/02/21/133359_arif-bali.webp

Hevserokê Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî ji ANHA'yê re axivî û girîngiya vê pêngavê dest nîşan kir. Arîf Balî got: "Ji ber siyasetên paşguhkirinê yên ji aliyê dewleta Sûriyê ve û kêmbûna av û projeyan, kantona Kobanê bibû beyareke zuha. Her wiha tu xizmet ji bo gel pêşkêş nekir. Îro em hewl didin rewşê biguherin, xizmeta gelê xwe bikin û di bin sîwana fikirê rêbertiya me de, xewnên şehîdên xwe pêk bînin."

Balî diyar kir ku armanc ji vê pêngavê vejandina çanda çandina daran û parastina xwezayê ye.

Gerînendeya Jîngehê armanc dike ku îsal di navbera 10 heta 15 daran li herêma Firatê biçîne.

/ar/uploads/files/2022/02/21/133419_berivan-ismail.webp

Hevseroka Meclisa PYD'ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsamîl ku beşdarê pêngavê bûye diyar kir ku aliyî ekolojîk girîng û pîroz e, divê bi qasî qada leşkerî û siyasî were pêşxistin û girîngiya parastina jîngehê bi qasî girîngiya parastina jiyana mirovahiyê ye.

Bêrîvan Îsamîl destnîşan kir ku pêwîst e Rojava bi beşdarbûna hemûyan veguhere herêmeke keskahî û diyar kir ku dê 8'ê Adarê Roja Jînên Kedkar a Cîhanê pêngaveke din bidin destpêkirin.

ANHA