Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Qamişloyê hate vekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê  Peymangeha Amadekirina Mamosteyan  li Qamişlo vekir.

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Qamişloyê hate vekirin
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Qamişloyê hate vekirin
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Qamişloyê hate vekirin
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Qamişloyê hate vekirin
21 sibat, 2022   14:28
QAMIŞLO

Ji bo xwendekarên nekarîn tev li zanîngehê bibin, xwe lê tomar bikin û hejmara mamosteyên pispor ên asta navîn zêde bike, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma "Bê zanist kesek pêş nakeve, êş û azar zêde dibin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê" li kantona Qamişloyê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bi merasîmekê vekir. Nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, Kongra Civaka Îslama Demokratîk, mamoste, endamên rêveber ên Zanîngeha Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan, bi dehan endamên saziyên sivîl û xwendekarên peymangehê tev li merasîma vekirinê bûn. 

Di merasîmê de endama rêveber a peymangehê Şîlan Mihemed axivî û vekirina peymangehê li gelên herêmê pîroz kir.

Şîlan Mihemed destnîşan kir ku vekirina peymangehê di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de gaveke erênî ye û derfetê ji xwendekaran re vedike ku di amadehî de bi ser ketin lê nikarîn di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tomar bikin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: "Bi saya şehîdan Rêveberiya Xweser ewqas destekftî bi dest xistin. Bi vê boneyê em spasiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dikin ku roleke girîng di vekirina peymangehê de lîst. "

Di Peymangeha Amadekarina Mamosteyan de 376 xwendekar hene. 50 mamosteyên beşên cuda waneyan di peymangehê de didin.

(şx)

ANHA