Desteya Tenduristiyê: 12 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 12 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê: 12 kesên din bi Koronayê ketin
21 sibat, 2022   13:57
NAVEND NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyan gihaşt 12`an, ji wan 6 mêr in û 6 jî jin in.

Desteyê diyar kir ku pêketiyekî din baş bûye û tevî hejmara îro, 38 hezar û 321 kes bi vîrusê ketine û ji wan 2 hezar û 554 baş bûne û hezar û 546 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(eh)