Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul.

Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Awaz Gul
21 sibat, 2022   13:15
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê duh cenazeyê şehîd Ebîr Mûsa (Awaz Gul) ê ji pêkhateya Ereb li goristana şehîdan a Helebê bi merasîmekê veşartibû.

Îro jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê konê sersaxiyê li Qada Azadî ya taxa Şêxmeqsûdê veda.

Bi dehan şênî û endamên komînên taxê, partî, saziyên sivîl, şervanên YPG û YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) sersaxî da malbata şehîd.

Di merasîmê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman, Kongra Star Rûşîn Şêxo, Meclisa Şehîd Denîz Elî Efrîn û bi navê Xeta Rûbar Qamişlo Kîbar Welîd axivîn û sersaxî da malbata şehîd.

Axêveran diyar kir ku dijminên gel bi hemû rêbazan êriş dikin da ku projeya Rêveberiya Xweser û vîna gelên azadîxwaz têk bibin. Ji bo rêgirtina li pêşiya komployên dijminan, axêveran bang li gelan kir ku li hember van hewldanan bibin yek û şopdarên rêya şehîdan bin.

Axêveran destnîşan kir ku gel minetdarên fedakariyên şehîdan in ku ji bo hemûyan bûne mîras.

(şx)

ANHA