Ji paşguhkirina aloziyê ber bi xeniqandina rexnegirên hikumeta Şamê ve

Di demekê de ku gelê Sûriyê êş û azara xwe li ser medyaya dijîtal tîne ser ziman, hikumeta Şamê biryarek ragihand û pê hewl dide dengê rexnegiran qut bike.

Ji paşguhkirina aloziyê ber bi xeniqandina rexnegirên hikumeta Şamê ve
22 sibat, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN - LÎLAV DÊWANÎ-CUDÎ ÎSMAÎL

Beriya demekê projeya guhartina “qanûna têkoşîna li dijî sûcdarên elektronîk" a Wezareta Peywendiyan a hikumeta Şamê Kanûna 2021`ê pêşniyar kiribû, ketiye rojevê. Ev biryar dê madeyên "têkbirina giraniya dewletê" û "têkbirina giraniya karmendan" li pêşiya Meclisa Gel were nîqaşkirin da ku zêdetir hesab ji çalakgerên li ser dezgehên medyaya dijîtal were xwestin.

Proje ji 47 madeyan pêk tê û armanc dike belavkirina bi rêya înternetê sînordar bike, li hin kesan 7 sal ceza tê birîn û derdora 10 milyonan jî didin.

Piştî 2 mehan ev biryar hate nîqaşkirin, Komîteya Kar û Barên Qanûnsaz û Destûrê ya Meclisa Gel a Hikumeta Şamê, biryara guhartina madeyên "binpêkirina giraniya dewletê û karmendan" da ku zêdetir bi rêk û pêk be. Li hemberî vê yekê gel nerazîbûna xwe nîşan dide.

Vê biryarê gelek metirsî û fikar derxistin holê. Hin kes pêşbîn dikin ku ev guhartin parastina rayedarên xirab dike, lewma banga rawestandina vê guhartina nakok û nezelal kirin.

Çalakgeran guhartina her du madeyan rexne kir û got welatiyên birçî, hebûna dewletê ji wezîr an jî rayedarekî fasid bêhtir baldar in. Hin kesan jî got, li şûna hikumet çareseriyê ji sivikkirina aloziya aborî ya welat re bibîne, zêdetir gurtir dike. Îsbata vê yekê jî, dengên dijber qut dike.

Ev biryar piştî rexneyên li ser hikumeta Şamê yên têkildarî biryarên der heqê sûriyan de hate ragihandin. Ji ber ku hikumetê buhayê sotemeniyê, kehrebe, nan, derman û piraniya madeyên sereke bilind kir. Herî dawî jî hemwextî zor û zehmetiya gelê li herêmên di bin kontrola Şamê de ji ber rewşa debarê dikişînin, derdora nîv milyon malbat ji "piştgiriya hikumetê" hatin bêparkirin.

‘ŞÛR LI SER STÛYÊ DIJBERAN E’

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevanê sûrî Diya Îskender gotev guhartin dê pêşî li azadiya dengan bigire, xetereyê li ser welatiyan çêke û wiha dewam kir: "Di heman demê de wekî şûrê li ser stûyê rexnegiran e. Bi nêrîna min ev rexneya rewa têkbirina rûmeta karmendan e û tişta xerîb jî ew e ku qanûnê cezayê rexnekirina karmendekî û riswakirina serokê dewletê wekhev kiriye."

Îskender her wiha got dozgeriya giştî li dijî "sûcdar" dozê vedike heta ku yê zirar gihaştiyê, gilîname pêşkêş nekiribe jî. Diya Îskender destnîşan kir ku projeya qanûnê ji gelek biryarên nezelal pêk tê.

ꞌPIŞTÎ BÊPARKIRINÊ NÊRÎN TÊNE QUTKIRINꞌ

Rojnamevan Îskender îşaret pê kir ku li gel ku welatiyên sûrî zor û zehmetiya debarê dikişînin, bi vê qanûnê re jî ji mafên xwe yên ramanê jî bê par dimînin.

Raportorê Komîteya Yasayî û Destûrî ya Meclisa Gel a hikumeta Şamê Xade Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de têkildarî guhartina her du madeyan got: "Komîteyê reforma her du madeyên girêdayî binpêkirina giraniya dewletê û karmendan guherand. Reşkirin û zirara ji dewletê re ji ya kesan tundtir e û divê her du sûc û cezayên wan ji hev werin cudakirin."

Çavdêran jî têkildarî daxuyaniya Xade Îbrahîm ev pirs kirin; ka parastina rûmeta karmendan di destûrê de? Ev çi nakokî ye? Çawa cezaya dijûnkirina karmend û riswakirina wî ji rexnekirina xebata wî sivikttir û hêsantir e?

ꞌSÎNORDARKIRINA AZADIYA ROJNAMEGERIYÊꞌ

Xade Îbrahîm îdia kir ku projeya qanûnê bikaranîna medyaya dijîtal kontrol dike û gefan li azadiya rojnamegeriyê û qanûnên din naxwe. Lê di rastiyê de beriya du hefteyan rojnamevan Kenan Weqaf ji ber ku Beşar Esed û biryara rakirina piştgiriyê û bal kişandibû ser lidarxistina xwepêşandanan, ji aliyê ewlehiyê ve hate şopandin. Têkildarî mijarê Weqaf dîmenek li ser parastina zarokên xwe weşand, lê dûre hate windakirin û agahiyên kuştine belav bûn.

Kesên eleqedar pêşbîn dikin ku rojnamevan der barê projeya qanûnê de bi fikar in, ji ber ku dûrî pîvanên ragihandin û çapemeniyê ye. Li ser vê yekê nivîskar û rojnamevan Diya Îskender got: "Êdî em fêr bûne ku li vî welatî kesên qirêjiyê bison, dê werin şopandin û aliyên vê qirêjiyê çêdikin, tên parastin."

Îskender got li Sûriyê beriya niha gelek çalakger bi tawana binpêkirina giraniya dewletê, hatine girtin û wiha dewam kir: "Bi awayekî eşkere tev digerin û aloziya welat a ji beriya deh salan ve bi kar tînin. Dixwazin ev krîz berdewam bike da ku berjewendiyên xwe bi cih bînin, di encamê de vê qanûnê rewş xirabtir kir."

Diya Îskender got: "Li hemû welatan alfabaya têkoşîna li dijî gendeliyê, ragihandina azad û zelal, demokrasiya, edaleta civakî û dozgeriya adil e, lê di dîroka vî welatî de ev yek tune ye."

(eh)

ANHA