​​​​​​​‛Divê em bi xaka xwe ve girêdayî bin û destekê bidin hêzên xwe’

Şêniyên Kobanê bang li gelê herêmê kir ku di vê pêvajoya hesas de hişyar bin, ji ber gelek alî hene, di serî dewleta Tirk, dixwazin şoreşa şoreşa Rojava têk bibin, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin û ji ber wê jî divê bi xaka xwe girêdayî bin û destekê bidin hêzên xwe yên di çepberên şer de.

​​​​​​​‛Divê em bi xaka xwe ve girêdayî bin û destekê bidin hêzên xwe’
21 sibat, 2022   02:30
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê di demekê de ku xweparastin û parastin yek ji sazûmaniya bingehîn ên civakên xwe bi xwe dûrî desthilatan diparêzin, her wiha ev parastin dendika bingehên a civakên ku hebûna xwe li hember çi gefan diparêzin, ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Dayika bi navê Helîma Hesen bi rêya ajansa me bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di vê pêvajoya hestiyar de hişyar bin, ji ber aliyên derve bi rêbazên cûda bi çarenûsa gelê herêmê dilîzin û ew jî bi rêya şerê taybet pêk tê. Ji ber wê jî pêwîstî bi yekitî û hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de heye da ku şerê taybet têk bibin.

Dayika Helîma wiha got: "Her kes ji mala xwe de dest pê bike. Li gorî pêwîstiyên her şerekî  ku li ser me tê kirin, xwe perwerde bikin. Girîng e ku her yek ji me xwe li ser çekê perwerde bike. Ji ber ew baştirîn tişta ku di şeran de mirov xwe bispêre wê. Xweparastin girîngiyeke ku mirov nikare dev jê berde."

 ‘GELEK ALÎ HENE DIXWAZIN ŞOREŞA ME TÊK BIBIN‘

Ji bo civak ji pareçebûnê were parastin, Hêzên Parastina Civakî (HPC) roleke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dilîze. Ji destpêka Şoreşa Rojava, bûye hêzeke pêwendîdar û bi awayekî sereke û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina ewlehiya herêmê di aliyê hundirîn de, dikin."

Welatiyê bi navê Elaedîn Kino Eto wiha axivî: "Em di pêvajoyeke dîrokî û hestiyar re ji temenê şoreşa xwe, derbas dibin. Ji ber wê jî gelek alî hene dixwazin şoreşa me têk bibin, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin û di serî de dewleta Tirk. Lê ew bi saya hevgirtina di navbera pêkhateyan de, bi bin ket. Ji ber wê jî divê her yek ji me destekê bide QSD’ê ku parastina hebûna me dike."

Elaedîn Kino wiha pê de çû: "Rev û berdana xakê ne çareserî ye. Gelê herêmê bi hêza xwe tê naskirin. Di rewşên zehmet re derbas bûn û bi ser ketin. Ji ber wê jî divê em li hember şerê hebûn û tunebûnê di pêvajoya pêşde bisekinin. Pêwîstiya vî şerî bi hêza pêkhateyên herêmê heye."

‘GEL BINGEHA HÊZÊ YE Û EW BI ÎRADEYA XWE ŞERAN BIDAWÎ DIKE‘

Gelek caran Hêzên Parastina Cicakî bi hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re dibin alîkar. Ew jî roleke mezin ku di parastina ewlehî û aramiyê de pêk tîne. Dema ku nîşaneyên şerê gel ê şoreşgerî xuyan dikin, HPC`ê pêşenga vê gelî ye.

Welatiyê bi navê Osman Ferec jî ev tişt got: "Herêm di şeran re derbas dibe. Ev şer dê çarenûsa gel diyar bike. Ji ber wê jî cihê gelên lewaz tune ye. Divê gelê me bi xak û doza xwe ve girêdayî be. Ew azadî li benda wî ye."

Osman Ferec wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em ji hêzên leşkerî re bibin alîkar, nebin bar. Îro hêzên me bi lehengî parastina herêmên me dikin. Ji ber wê jî divê em moralên hêzên xwe bilind bikin. Ji ber gel bingeha hêzê ye. Ew bi îradeya xwe şeran bi dawî dike û parastina xakê ji revê û penabertiya di nava dewletan de, baştir e."

(bx)

ANHA